Gel û partiyên Katalan li ber xwe didin

Piştî referandûma 1'ê Cotmehê ya li Katalonyayê, ku ligel astengiyên Spanyayê jî zêdeyî 90 ji sedî yê beşdaran dengê xwe dan serxwebûnê, gelê Katalonyayê li dijî darbeya Spanyayê li ber xwe dide.

Piştî ragihandina serxwebûnê, Spanyayê xweseriya Katalonyayê sekinand. Krîza ji ber vê yekê rû da dewam dike. Di vê demê de spekulasyon tê kirin ku Serokê Herêmê Carles Pûîgdemont ê ji sûcê 'raperînê' lê tê gerîn, serlêdana penaberiyê li Belçîkayê bike yan na. Partiyên Katalan jî xwe ji bo hilbijartina herêmê ya 21'ê Kanûnê amade dikin, ku Madrîd vê hilbijartinê ferz dike.

Piştî referandûma 1'ê Cotmehê ya li Katalonyayê, ku ligel astengiyên Spanyayê jî zêdeyî 90 ji sedî yê beşdaran dengê xwe dan serxwebûnê, gelê Katalonyayê li dijî darbeya Spanyayê li ber xwe dide.

Roja Înê, li ser daxwaza Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont, parlamenta Katalona li hev civiyabû û serxwebûn ragihandibû. Heman rojê Senatoya Spanyayê jî xala 155'an a Destûra Bingehîn erê kiribû. Li gorî vê xalê, erkên Pûîgdemont û hikumetê hatin betalkirin û Parlamenta Katalan hate fesihkirin. Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy ragihandibû ku wê 21'ê Kanûnê hilbijartina herêmî ya nû were kirin.

ÎDÎAYA 'PÛÎGDEMONT XWE LI BRUKSELÊ GIRT'

Berxwedana partiyên Katalan a li dijî Spanyayê ku biryara serxwebûnê nas nekir, dewam dike. Der barê Serokê Katalonyayê Carles Pûîgdemont de, ji ber ku serxwebûn ragihandiye, Spanyayê bi sûcê 'raperînê' biryara girtinê da.

Dozgeriya Giştî duh danê nîvro ragihand, ku tevî Pûîgdemont li hemberî endamên hikumeta herêmî ya Katalan, lêpirsîn hatiye vekirin.

Tê gotin, dibe ku bê xwestin Pûîgdemont ji 15 heta 30 salan bê cezakirin û ji bo binçavkirina pûîgdemont, polîsê Spanyayê ketiye rewşeke alarmê. Hatibû îdîakirin ku Pûîgdemont xwe li Belçîkayê girtiye. Li gorî rojnameya El Perîodîco, Pûîgdemont tevî 5 şêwirmendên xwe li Brukselê ne.

Hat îdîakirin ku Tifaqa Flaman a Nû (NVA) ku hevparê koalîsyona li Belçîkayê ye, Pûîgdemont vexwendiye. Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê Jan Jambon ku ji partiya NVA ye, çend roj berê îdîa kiribû ku pêkane Pûîgdemont serlêdana penaberiyê li Brukselê bike. Piştî vê daxuyaniyê, hikumeta Spanyayê nerazîbûn nîşan da û li ser vê yekê Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel ji NVA xwestibû ku 'agir sor neke'.

LI GORÎ PARÊZERÊ NAVDAR, SERLÊDANA PENABERIYÊ NEHATIYE KIRIN

Piştî nûçeyên bi vî rengî hatin weşandin, parêzer Paûl Bekaert ragihand, ku di nava rojê de ew bi Pûîgdemont re axiviye. Bekaert ji qenaleke televîzyonê ya bi Flamanî weşanê dike re axivî û li ser kirina serlêdana penaberiyê ya Pûîgdemont ti agahî parve nekiribû.

Di nava şert û mercên asayî de mafê welatiyên Yekîtiya Ewropayê ye ku li Belçîkayê serlêdana penaberiyê bike. Lê belê tê zanîn ku serlêdanên penaberiyê yên welatiyên Yekîtiya Ewropayê beriya niha hatin redkirin.

PARTIYA PÛÎGDEMONT Û ERC XWE JI BO HILBIJARTINÊN BI ZORÊ LI SER TÊ FERZKIRIN, AMADE DIKIN

Li Katalonyayê ku rêveberiya wê bi zorê hate desteserkirin, partiyên alîgirê serxwebûnê biryar dan ku tevlî hilbijartina bi darbeya Spanyayê hate ferzkirin bibin û îradeya gel ji nû ve nîşan bidin.

Partiya Serokê Herêmê Carles Pûîgdemont Partiya Ewropiyên Demokrat a Katalan (PDeCAT) ragihand ku wê tevlî hilbijartina 21'ê Kanûnê bibe. Tifaqa bi navê Junts pel Sî ku PDeCAT jî endamê wê ye, li Parlamenta ji 132 endaman xwedî 62 kursiyan e. Partiyeke din a alîgirê serxwebûnê Yekîtiya Gel (CUP) jî xwedî 10 kursiyan e.

'LI SER SINDOQAN EM Ê BERSIVÊ BIDIN RAJOY'

Koordînatorê giştî Marta Pascal bi navê PDeCAT daxuyanî da û destnîşan kir, ku her çend bi zorê li ser wan hatibe ferzkirin jî, ji bo nîşandana îradeya Katalanan wê 21'ê Kanûnê biçin ser sindoqan. Pascal ragihand ku wê li ser sindoqê bersivê bide Serokwezîrê Spanyayê Rajoy.

Tevî PDeCAT, endameke din a Junts pel Sî partiya bi navê Çep a Komarger a Katalonyayê (ERC) jî tevlî hilbijartinê bibe. Hê zelal nebûye ku ERC bi tena serê xwe ya jî weke sala 2015'a bi tifaqa 'Junts pel Sî' tevlî hilbijartinê bibe.