Gef û daxuyaniyên DYA û Rûsyayê yên li ser 'peymana nukleerî'

Serokê DYA'yê Donald Trûmp diyar kir ku Rûsya, "Peymana Nukleerî ya Menzîla Navîn” binpê kiriye, lewre ew ji peymanê vedikişin. Rûsyayê jî ji bo vê daxuyaniya Trûmp got, "gaveke metirsîdar e."

Serokê DYA'yê Donald Trûmp, piştî axaftina xwe ya ji bo hilbijartinê ya li eyaleta Nevadayê, li ser "Peymana Hêzên Nukleerê yên bi Menzîla Navîn" ku di navbera Rûsya û DYA'yê de hatiye îmzekirin, ji rojnamevanan re axivî.

Trûmp diyar kir ku Rûsyayê peyman binpê kiriye û got, "Bi salan e binpê dikir. Ez nizanim ka serokê berê Barack Obama çima ji peymanê venekişiyaye." 

Trûmp wiha pê daket: "Em destûrê nadin ku Rûsya peymaneke nukleerî binpê bike û çekên ku DYA'yê destûr nedayî çêbike. Em bi peymanê re dilsoz man û me ji peymanê re rêz girt. Lê mixabin Rûsya ji vê peymanê re rêzdar nebû. Lewre em ê peymanê betal bikin û ji peymanê vekişin."

Trûmp anî ziman ku heke Rûsya û Çîn beşdarî peymaneke nû nebin wê welatê wan çekên nû hilberîne.

RÛSYAYÊ BERSIV DA: EV YEK GAVEKE METIRSÎDAR E

Rûsyayê bersiva vê daxuyaniya Trûmp da. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov got, "Ev gava Trûmp gelekî metirsîdar e."

Ryabkov anî ziman ku sûcdarkirina Rûsyayê ya dibêje "Rûsya ji peymanê vekişiyaye" bê bingeh e û ev sûcdarkirin ji bo nixumandina sûcên xwe tên kirin."