GEA'yê ji bo naskirina xweseriya Şengalê bang kir

Civaka Akedemîsyenên Êzidî (GEA) bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên li ser bûyerên têkildarî Şengalê diqewimin parve kir û xwest, xweseriya Şengalê bê naskirin ku ev yek li destûra bingehîn a Iraqê tê.

Civaka Akademîsyenên Êzidî (GEA) li ser rewşa heyî ya Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew rûdanên leşkerî û siyasî yên li herêmê bi gumanbarî dişopînin û lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya Cotmeha 2020'î ya li ser Şengalê hate bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev peymana li derveyî Êzidiyan hate amadekirin, têkbirina saziyên xwerêveberî û xweparastinê yên li Şengalê ferz dike, ku civaka Êzidî dixe nava fikaran.

GEA'yê xwest, dest ji hewldan û destwerdanên leşkerî bê berdan û pêvajoya diyaloga siyasî bê dewamkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yekane helwesta ku Şengalê ji qirkirinan biparêze, xwerêveberî û xweparastian Êzidiyan e û hate ragihandin ku ev yek li taybetmendiya pirneteweyî ya Iraqê jî tê.

GEA'yê diyar kir ku destûra bingehîn a Iraqê rê dide xweseriyê û divê îdareya siyasî bi vî rengî nêzî mijarê bibe.

Di vê mijarê de bi taybetî bang li PDK'ê hate kirin, ku bi roleke erênî tevgere.

Di daxuyaniyê de GEA'yê ji bo Şengalê daxwaza xweseriyê kir û bang li civaka navneteweyî jî kir ku ji bo parastina mafê Êzidiyan bi erk û berpirsyariya xwe rabe.