Fuzeyeke ji Sûriyeyê hate avêtin li Qibrisê ket

Di dema êrîşa hewayî ya Îsraîlê de fuzeyeke Rûs a ji sîstema parastinê ya Sûriyeyê hate avêtin, li herêmeke Qibrisê ket ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Li qada çiyayî ya herêma Taşkentê ya li bakurê rojhilatê Lekoşayê ku ji aliyê Tirkan ve hatiye dagirkirin, nîvê şevê teqînekê rû da.

Wezîrê Karên Derve yê herêma dagirkirî Kûdret Ozersay diyar kir, teqîn ji ber fuzeyeke Rûs pêk hatiye.

Ozersay got, "Li gorî nirxandina destpêkê fuzeyeke Rûs e, ku ji sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê ye ku bi şev li dijî êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê çalak bû." Wezîr diyar kir, fuzeya ku li hedefa xwe neket li Qibrisê ket.