Fransa fermandariya fezayê ava dike

Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron diyar kir, der barê fezayê de ku bûye qadeke têkoşînê fermandariyeke leşkerî wê bê avakirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya merasîma cejna neteweyî ya 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û fermandariyeke leşkerî ya der barê fezayê ragihand.

Macron got, "Ji bo em kapasîteya xwe ya fezayê xurt bikin û bi pêş ve bibin, di meha Îlonê de wê fermandariyeke mezin a fezayê bê avakirin."

Serokkomar Macron li pêşberî civata leşkerî axivî û diyar kir, ev fermandarî wê di bin sîwana Hêzên Hewayî de be, lê di ehamn demê de wê di nava wê de Artêşa Hewa û Fezayê hebe.

Macron sala derbasbûyî ragihandibû ku Fransa wê bibe xwedî stratejiyeke parastinê ya fezayî.

Macron anî ziman ku ev yek êdî amade ye û got, "doktrîna leşkerî û fezayê ya nû ku wezîr (wezîra artêşê Florence Parly) pêşkêşî min kir û min pejirand, wê parastina me ya fezayî ji fezayê misoger bike."

Macron got, "Em ê agahiyên xwe yên der barê rewşa fezayî de xurtir bikin, peykên xwe hîn bi rengekî çalak biparêzin" û destnîşan kir ku wê razemenî li vê qadê bê kirin.

Di rewşa heyî de hêzên herî mezin ên li fezayê DYE, Çîn û Rûsya ne. Her sê hêz ji bo li fezayê serwer bin di nava pêşbirkê de ne.