Fransa Rewşa Awarte rakir

Li Fransa piştî êrîşa 13’ê Mijdara 2015’an hate kirin û şûnde Rewşa Awarte hatibû ragihandin, ji îro û şûn ve bi dawî bû.

Li Fransa pêkanîna Rewşa Awarte a piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 13’ê Mijdarê ku têde 130 kesan jiyana xwe ji dest dabû û şûnde hatibû ragihandin, ji îro û şûn ve bi dawî bû.

Di pêvajoya Rewşa Awarte a nêzî 2 salan dom kir de, di ser 4 hezar 457 navnîşanan de hate girtin. Di serdegirtinan de 625 çek hatin girtin, 998 lêpirsîn hatin destpêkirin, di derbarê 752 kesan de jî biryara girtina malê hate dayîn.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Marcon, diyar kir ku Rewşa Awarte ji îro û pêve hate bidawîkirin.