Fransa: Em dikarin mudaxeleya leşkeri bînin mêzînekê!

Jêderên Serokkomariyê yên Fransayê diyar kirin ku Fransa li Sûriyê dibe ku mudaxeleya leşkerî bînin mêzînekê.

Piştî hevdîtina bi şandeya Rojava re Fransa li pey hev daxuyaniyan dide. Reutersê xwe sparte kaneke Qesra Elyesêeyê û got, Fransa ji bo ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de bigihijine armanca xwe lê difikire ku mudahleya leşkeri 'ji nû ve bînin mêzînekê'.

Jêderê got, "Heke Serokkomar hewceyî pê bibîne ku ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ'ê bigihijin armancê, mudaheleya me ya leşkerî ji nû ve bixin mêzînekê, wê hewceyî pê çêbibe ku em wiha bikin, lê ev ê di nav çarçoweya ya berdest de be."

Jêderê diyar kir ku ev ê ne operasyoneke nû be û wiha got, "Rewşa DAÎŞ'ê û ev rîsk bi rengekî zelal tê kolandin. Peyama ku Pêncşemê hatî dayin (ya ku di hevdîtina bi şandeya Bakurê Sûriyeyê û Rojava de) ji ber wê ye ku hewcehiya me pê heye QSD li qadê bikaribe bêkêmasî vê têkoşînê bidomîne."