FKO: Biryara naskirina Îsraîlê dibe ku bê betalkirin

Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariyê ya Fîlîstînê (FKO) qebûl kir ku heta dewleta Fîlîstînê were naskirin, biryara li ser naskirina dewleta Îsraîlê bê betalkirin.

Konseya Navendî ya FKO bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku FKO û Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê li qada navneteweyî nûnerên gelê Fîlîstînê ne û di vê mijarê de erk ji wan re hatiye dayin.

Eger biryara Konseya Navendî ji aliyê FKO ve were bicihanîn, wê biryara ku ji sala 1988'an û vir ve Îsraîlê weke dewletekê nas dike, betal bibe. Konseyê diyar kir, heta ku mafê dewletê yê gelê Fîlîstînê ji aliyê Îsraîlê ve were naskirin, ev biryar wê derbasdar be.

Hewldanên ji bo aştiya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê, par piştî ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, bi temamî tevizîbû. Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas dawiya hefteyê daxuyaniyek da û biryara Trûmp şiband Deklarasyona Balfoûr a sala 1917'an a Brîtanya Mezin.

Fîlîstîn wê wextê di destê Dewleta Osmanî de bû. Di deklarasyona rêveberiya Brîtanyayê de piştgirî ji mafê cihûwarbûnê yê Yahûdiyan re hatibû dayin.