Fermandarên Gerîla: Serketina Heftanînê encama nûbûnê ye

Yek ji Fermandarên HPG'ê Hawar Sûrûç diyar kir nûbûn ne tenê di qada leşkerî de ye, her wiha di asta raman, biryardariyê de jî xwe nîşan daye û got, "Serketina li Heftanînê ispata guherîn û nûbûnê ye."

Fermandarên HPG'ê û YJA Starê derbarê dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Cenga Heftanînê ji Stêrk TV re axivîn.

Yek ji fermandarên YJA Starê Eylem Ronî diyar kir li qada Heftanînê şerekî giran rû daye û got, "Sînorên Mîsak-î Millî ji artêşa Tirk re bû kul û dert. Ev şer parçeyekî ji planeke berfireh e. Ji mêj ve ye ku di rojevê de ye, lê nikarin pêk bînin. Artêşa Tirk li bara gerîla derbên giran dixwe."

Yek ji fermandarên HPG'ê Hawar Sûrûç jî nûbûna li nav gerîla destnîşan kir û got, "Maneya gerîla nûbûn e. Gerîla li gorî şert û mercan xwe nû dike û bi vî rengî li ser piyan dimîne. Nûbûn ne tenê di asta leşkerî de, her wiha di asta raman, îdeolojî û biryardariyê de jî xwe nîşan da. Serketina li Heftanînê her wiha bi vê guherînê ye û ispata vê nûbûnê ye."

Fermandareke din a YJA Starê Laleşîn Cûdî jî got, dewleta Tirk wê ti encamê nestîne û domand, "Artêşa Tirk gelek caran li bejahiyê xwe ceriband. Berê bi deh hezaran leşkerî operasyon dihatin kirin. Herî dawî dîtin ku li bara gerîla bêgav dimînin û bi ser nakevin. Vê carê xwestin ku bi giranî bi teknîkê encamê bistînin. Vê jî encam neda. Her sal ji bo ku gerîla îmha bikin êrîşê tînin lê gerîla her ku diçe xurtir dibe. Guherînên taktîk ên li nav gerîla avantaj da me. Guherîna li nav me pîvaneke diyalektîk e. Li Heftanînê berxwedaniyeke bêhempa heye. Hevalên me çalakiyên pir karîger dikin. Her carê bi taktîkeke cuda çalakî kirin. Artêşa Tirk a ku dagirkerî weke plan û projeyekê daniye ber xwe li bara gerîla bêgav e û tim derban dixwe."