Fermandarê qereqolê: Ev a bi serê we hatî kêm e jî!

Fermandarê Qereqola Eşmepirar, ji bo mexdûrên erdheja Wanê ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû got: “Ev a bi serê we hatiye hê jî kêm e.”

Duh şev li Xoya Îranê bi pileya 5,9 erd hejiyabû. Vê erdhejê bandora xwe li taxa Elbîs a Elbaka Wanê jî kir. Li vê taxê 9 kes di bin xirbeyan de man û mirin. Walîtiya Wanê ragihand ku ji bo paqijkirina berfê 9 milyon mezaxtiye. Li gel vê jî hê jî tîmên rizgarî û alîkariyê bi zehmetî digihêje gel.

Gundiyan anî ziman ku di gihandina alîkariyê ya ji bo wan pir zehemtî tê kişandin û hate gotin ku heta niha li gundê Ozpinar 25 kon hatine vedan. Li gundê Gelenlerê heta niha ti kon nehatine danîn.

GUNDÎ KOÇÎ WANÊ DIKIN

Beşeke mezin a gundiyan ji bo demkî berê xwe didin navenda Wanê. Gundiyên ku bi taybet zarokan dişînin Wanê, ji bo lawirên xwe yên mayî neçarin ku li gund bimînin.

FERMANDARÊ QEREQOLÊ: EV A BI SERÊ WE HATÎ HÊ JÎ KÊM E!

Di dema erdhejê de yên berê xwe ewilê dane gund leşkerên Qereqola Eşmepinarê bû. Gundiyan nerazîbûn nîşandan bê ka çima li şûna tîmên rizgariyêk leşker bi wan ve hatine û gotin: Ne hûn bila tîmên rizgariyê bên.” Fermandarê Qereqola Eşmepinarê jî got: “Ev bûyera bi serê we hatî hê jî kêm e” bi leşkerê xwe ve ji gund derketin.

SOYLÛ MUDAXELEYÎ KOMELEYÊN ALÎKARIYÊ DIXWAZIN KIR

Li gel gotina fermandarê qereqolê jî komeleya Elbakê li ser hesabê xwe yê civ akî banga alîkarîkirinê kir. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû yê ev bang dît, rêveberiya komeleyê ‘hişyarî kir’ piştî vê bersiva Soylû rêveberên Komeleya Elbakê banga alîkariyê rakirin.