Fermandarê HPG’ê Hogir Pêt: Tekane armanca me serkeftin e

Yek ji fermandarê HPG’ê Hogir Pêt diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk tekane armanca wan serkeftin û serfirazî ye. Pêt ji bo yekîtiya gelê Kurd bang kir ku bila her kes bixebite.

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê û berxwedana gerîlayan a li hemberî van êrîşan didome. Yek ji fermandarê HPG’ê Hogir Pêt êrîşên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayan ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve li dijî HPG’ê êrîşeke mezin hatiye destpêkirin. Pêt bal kişand ser vî tiştî ku, li hemberî teknîka dewleta Tirk, taktîkên gerîlayan jî bi pêş ve çûye.

Pêt diyar kir ku dema balefirên keşfê yên dewleta Tirk hatin firandin, fikreke wisa çêbû ku qaşo ew ê gerîla biqede û got, “Li hemberî vî tiştî taktîkên gerîlayan jî bi pêş ve çû. Gerîla xwe li hemberî vê rewşê amade kir. Berxwedana gerîlayan nîşan da ku, gerîla roj bi roj ber bi serkeftinê diçe. Li hemberî her teknîkê îddîayeke mezin pêk tê. Rewşeke ku têkoşîna me qels bike, qet pêk nehat.”

TÊKOŞÎNA GERÎLAYAN EW Ê HETA DAWIYÊ BIDOME

Yek ji fermandarê HPG’ê Hogir Pêt diyar kir ku a niha şerekî giran heye û got ku, “Li hemberî êrîşên dijmin ew ê çalakiyên me jî bidomin. Di vê demê de antîpropagandaya dijmin jî heye. Di vî şerî de şehadet jî pêk tên, lê windayiyên dewleta Tirk bi kêmanî du sê qatî wê ne. Dewleta Tirk her ku dibêje gerîla diqede, îddîaya me ya serkeftinê zêdetir dibe. Gerîla heta ku bi ser bikeve, ew ê têkoşîna xwe bidomîne. Em vî tiştî bi çavên xwe dibînin ku, leşkerên Tirk li hemberî gerîlayan têk çûne.”

DIVÊ HER KES JI BO DESTKEFTIYÊN KURDAN BIXEBITE’

Hogir Pêt nirxandinên xwe wisa domand, “Artêşa Tirk bi alîkariya kontrayan hewl dide vî şerî bimeşîne. Bala xwe bidinê, bêyî kontrayan nikarin operasyonan pêk bînin. Çi kesên ku şerefa wan heye, divê hay ji van polîtîkayan hebe û ji bo berjewendiya gelê Kurd li ber xwe bixebitin.”

Pêt bal kişand ser vî tiştî ku tekane armanca wan tolhildana şehîdan e û got ku, “Di vê serdemê de ji xeynî serfiraziyê tu gotinên me tune. Ji her demê em xurttir in. Dibe ku artêşa Tirk êrîşên xwe zêdetir kiribe, lê baweriya me bi têkoşîna me tê. Tekane peywira me ev eku, em tola êrîşên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bistînin.”