Fermandarê HPG’ê: Em ê nehêlin ku li Başûr bi pêş ve biçin

Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG’ê Amed Malazgîrt diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçe. Malazgîrt diyar kir ku di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Endamê Konseya Fermandariyê yê HPG’ê Amed Malazgîrt roja Yekşemê tevlî bernameyeke Stêrk Tv bû û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk nirxand. Malazgîrt têkildarî dagirkeriya li ser Başûr û operasyona li ser Qendîlê daxuyaniyên girîng da.

LÎSTIKÊN TAKTÎKÎ

Malazgîrt diyar kir ku di navbera gefên operasyona li ser Qendîlê û hesabên hilbijartinê yên Erdogan de têkilî heye û got, “Hikumeta AKP’ê dixwaze PKK’ê bike rojev û ji faşîstan dengan bistîne, ji ber vê jî Kurdan tune hesap dike. Ev hemû tişt jî taktîk û lîstikên Erdogan û hikumeta AKP’ê ye.”

ÇEKÊN MODERN LI SER ME DICERIBÎNIN

Malazgîrt diyar kir ku êrîşên hewayî bi awayekî zêde didome û got, “Hemû çekên nû û yên modern li ser hevalên me diceribînin. Ev rast e. Lê wekî ku AKP dibêje, rewş ne wisa ye. Erdogan di wan rojan de digot bi 24 balefiran êrîşî Qendîlê kirine û derbeyeke giran li PKK’ê xistine. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatine. Ev êrîş li dijî gundên sivîlan pêk hatiye. Mebesta van êrîşan ev e ku sivîlên li herêma Qendîlê bidin koçkirin.”

LEŞKERÊN BI PERE YÊN ARTÊŞA TIRK NE SERKEFTÎ NE

Malazgîrt diyar kir ku tecrubaya wan a gerîlatiyê ya 35 salan heye û ew dizanin ew ê xwe çawa biparêzin. Malazgîrt got ku, “Erdogan ji sala 2002’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye. Em jî 35 sal in li dijî dewleta Tirk şer dikin. Tecrubeya me ya şer têra xwe heye. Dewleta Tirk di salên 90’î de li dijî me şerekî berfirehtir dida meşandin. Îro ji wan salan cihêtir leşkerên bi pereyan bi kar tînin lê ligel vî tiştî jî ne serkeftî ne.”

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ REWŞA ARTÊŞA TIRK

Malazgîrt têkildarî rewşa artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî agahiyên girîng da. Malazgîrt got ku, “Artêşa Tirk sala borî li qada Barzanê Girê Botî dagir kir. Berê ev der xeta me ya derbasbûnê bû. Niha ew jî li wir in, em jî li wir in. Her roj hevalên me li dijî wî girî çalakiyan li dar dixin. Di meha Adarê de li herêma Geliyê Reş artêşa Tirk operasyonek da destpêkirin. Li wê herêmê hin şehadet pêk hat. Fermandarê Eyaleta Xakurkê heval Agirî û komek hevalên bi wî re şehîd ketin. Artêşa Tirk li wan giran bi cih bû û ber bi Girê Lêlkanê ve hatin. Rast e li van giran bi cih bûne. Lê ji roja ku hatine hevalên me li dijî wan çalakiyan li dar dixin. Mesela çalakiya li ser Girê Evdalkovî çalakiyeke girîng bû. Çalakiya li Gêdûka Alî Dirêj jî çalakiyeke girîng bû. Hevalên me bi giyanekî fedaî çûn ser leşkerên dijmin û çek ji ser dijmin rakirin. Dîmenên vê çalakiyê hate belavkirin.Li dijî wan giran gelek çalakî hatin lidarxistin û derbên giran li artêşa Tirk hate xistin. Artêşa Tirk ne ewqasî serkeftî ye. Dibêjin em nêzî Qendîlê bûne lê a niha herî zêde li Girê Lêlkanê ne. Hewl didin bi pêş ve herin. Li gorî agahiyên ku me stendine hêzên xwe û qawetên xwe şandine ser Şemzînan û Colemêrgê. Hin wesayîtên zirxî û çekên teknolojîk anîne vê derê. Artêşa Tirk amadekariya operasyonekê dike. Em jî amadekariyên xwe dikin. Dewleta Tirk dixwaze şer li Başûrê Kurdistanê bidomîne. Em ê destûrê nedin vê dagirkeriya Tirkan. Ew ê çalakiyên me yên li dijî wan bidome. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê nehêlin artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçe.”

AKP EW Ê HESABÊ VAN TIŞTAN BIDE

Malazgîrt diyar kir ku ew ê AKP hesabê van tiştan bide û got, “AKP dibêje qey gerîlayên me û gelê me têk diçin. Lê ew ê rojek were, ew ê AKP hesab bide. Ew ê PKK hesabê vî tiştî ji AKP’ê bistîne.”

HELWESTA HEWLÊR Û BEXDAYÊ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Malazgîrt têkildarî helwesta Herêma Kurdistanê ya Federe û ya hikumeta Iraqê jî got ku, “Bi qasî ku em dibînin bêdengiyek heye. Divê ev dagirkerî neyê qebûlkirin. Mesele ne PKK ye. Tirkiye ji bo meşrûkirina dagirkeriyê li her derê hincetekê derdixe. Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê berxwedanên mezin pêk aniye. Başûrê Kurdistanê xwediyê giyanekî berxwedanê yê mezin e. Gel, ciwan û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ew ê vê dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nekin.”

Malazgîrt axaftina xwe domand û got ku, “Dewleta Tirk destkeftiyên Kurdan jî ji xwe re dike hedef. Nexwe dewleta Iraqê jî dikare bibêje DAÎŞ ji ser Tirkiyeyê tê û leşkerên xwe li Tirkiyeyê bi cih bike. Heke Tirkiye vê rewşê qebûl dike, bila Iraq û Îran jî qebûl bike. Îran jî dikare bibêje di nav Tirkiyeyê de dibe ku êrîşî min were kirin, ez ê jî li Tirkiyeyê baregehan ava bikim. Gelo Tirkiye dikare vî tiştî qebûl bike? Ew ê neke.”

DIVÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ TU KES DENGÊ XWE NEDIN AKP’Ê

Malazgîrt herî dawîn hilbijartinên 24’ê Hezîranê nirxand û got “Divê li Bakurê Kurdistanê tu kes dengê xwe nedin AKP’ê. Divê Kurd destê xwe deynin ser wijdanê xwe û wisa dengê xwe bidin. Peywira hemû Kurdan e ku AKP ji Bakurê Kurdistanê derxînin.”