Fermandarê FARC’ê Marqûez: Em dîsa radihejin çekê

Fermandarê FARC’ê û serokê muzakereyên aştiyê ya li Havanayê Ivan Marqûez diyar kir ku wan biryar dane ku dîsa rahejin çekê.

Sermuzakerevanê delegasyona FARC’ê Marqûez li ser Yoûtûbeyê vîdeoyeke 32 deqîqe weşand û qala vê biryarê kir.

Marqûez ragihand ku ‘di şerê çekdarî de qonaxeke nû hatiye destpêkirin.’

Beriya demeke kurt lêkolînerên Weqfa Aştî û Lihevkirinê diyar kiribûn ku bi pêşengiya sermuzakerevanên peymana aştiyê Ivan Marqûez û Jesûs Santrîch rêxistinkirineke çekdarî ya nû hatiye avakirin.

FARC yek ji rêxistina gerîlayan a herî xurt a li parzemîna Emerîkayê ye. Ev rêxistin di sala 1964’an de hatibû avakirin û di sala 2016’an de piştî peymana aştiyê, xwe veguherandibû partiyeke siyasî. Li gorî peymanê nêzî 7 hezar gerîlayan çekê xwe danîbûn. Li gorî artêşa Kolombiyayê vê rêxistina nû bi qasî 2300 şervanên wê heye.

Marqûez di vîdeoyê de dibêje ku “Em tu carî têk neçûn, di warî îdeolojîk de jî em têk neçûn. Ji ber vê jî têkoşîn didome. Dîrok wê binivîse ku divê me dîsa rahişta çekê.”

Marqûez diyar kir ku dewletê îxanet li peymana aştiyê kir û ji ber vê jî wan biryar dane ku dîsa rahêlin çekê.

Marqûez diyar kir ku ji Mijdara 2016’an a ku peymana aştiyê pêk hatibû û heta niha, êrîşên li ser pêşengên civakî û gerîlayên kevn nehatiye sekinandin û got “Di nava du salan de herî kêm 500 rêveberên tevgera civakî û 150 gerîla hatine kuştin.”