Fermandara YPJ'ê ya li eniyê: Em ê Erdogan efû nekin!

Ji fermandarên YPJ'ê yên li eniya 'Berxwedana Serdemê' Bêrîtan Efrîn got, qabiliyeta şer a artêşa Tirk nîne û peyamên girîng da gelê Kurdistanê, dost û ciwanên Kurd.

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin ev meheke bê navber dewam dike. Tevî hevalê xwe yê kameraman Dilgeş Amed em ji navenda Efrînê bi rê ketin û me berê xwe dan eniya şer. Li eniyên Raco û Bilbilê ku şerekî dijwar lê diqewime, me xwe gihand fermandar û şervanên YPJ'ê.

Fermandara YPJ'ê Bêrîtan Efrîn, tevî şer û bomberdûmana giran jî li vê derê bersiv da çend pirsên me.

Fermandar Efrîn got, berxwedana Efrînê berxwedana hemû Kurdan e û wiha axivî: "Dijmin îro bi her awayî êrîşî Efrînê dike. Tevî ku herêmeke biçûk e jî dijmin bi tank û topên xwe êrîş dike. Leşkerên xwe zû bi zû nîne Efrînê. Ji bilî tank û topan çeteyan ji bo talan û diziyê tîne. Soz dane van ku wê pere û xaniyan li Efrînê bidin wan. Efrîn îro li Kurdistanê nûnertiya gelek tiştan dike. Dijmin dike nake ev 24-25 roj in nikare bi pêş ve biçe. Bi çekên giran li gundan dide û gundan talan dike."

Fermandara YPJ'ê ev bang li gelê Kurd ê li Ewropayê, li Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê û hemû gelan kir: "Divê li ser piyan bin, timî çalakiyan li dar bixin. Ne tenê gelê Kurd, alîgirên demokrasiyê, kesên ku ji bo mafên mirovan têdikoşin divê bi gelê me re rabin ser piyan. Ji ber ku dagirkirina Efrînê her wiha binpêkirina mafên mirovan e. Gelê me divê kêliyeke bi tenê jî nesekine. Ji bilî vê yekê, divê ciwanên me yên Kurd berê xwe bidin Efrînê. Keç û ciwanên Kurd divê berê wan li Efrînê be."

Di dewama axaftina xwe de Bêrîtan Efrîn bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got, "Ya ku îro li vir diqewime dewama komploya navneteweyî ye ku di şexsê Rêber Apo de hate kirin. Êrîşa li ser Efrînê nîşan dide ku komplo dewam dike. Çawa ku di şexsê Rêber Apo de komplo hate pûçkirin, wê ev êrîş jî bên şikandin. Bila xwe nexapînin ku bi tank û topên xwe wê karibin vê axê dagir bikin û koçberan bi cih bikin. Ne dîrok ne jî ev gel wê Erdogan efû nekin. Komplo wê teqez bi ser nekeve."