Fermana li ser vekişîna leşkerên Emerîkî hate îmzekirin

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand, fermana ji bo vekişîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê hatiye îmzekirin.

Berdevkekî Pentagonê got, "Biryarname hatiye îmzekirin" û wekî din detay neda.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp roja Çarşemê biryar dabû ku leşkerên Emerîkî ji Sûriyeyê vekişin.

TRÛMP DAÎŞ JI ERDOGAN RE HIŞTIYE!

Trûmp dixwaze vekişîn "Hêdî be û bi rengekî koordîneyî bi Tirkiyeyê re were kirin."

Li gorî Trûmp, Erdogan "Bi gotinên xurt garantî daye wî ku wê bermahiyên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê tine bike."

Nehat eşkere kirin bê Erdogan wê çawa û li ku derê li dijî DAÎŞ'ê têbikoşe. Ji xwe her kes baş pê zane ku dewleta Tirk piştevanê herî girîng ê çeteyên DAÎŞ'ê ye.