'Ez ê cihê şehîd Zîlan vala nehêlim'

Gerîla Viyan ku bi Zîlan a weke du xwîşkan mezin bubin tevlî nav refên PKK’ê bûbûn, got,’’Şehîdbûna Zîlan pir têsîr li ser min kir. Ez ê cihê wî qet vala nehêlim.’’

Teqlîda miriyan dikir. Hemleyekê wê a dawî hîna mabû. Hîna gotina dawî ji dijmin re negotibû. Heta êvarê şer kiribû. Sekvan bû. Yek bi yek bi fîşekên kul i dijmin dida tirseke mezin bi dijmin re çêkiribû. Çi kirin jî nekarîn nêzî wê bibin. Artêşa pasdaran ku ji 2 hezar kesan pêk dihat ditirsiyan li hemberê keçeke Kurrd şer bikin. Ketibûne telaşekê. Pêwîst bû ne ew bi xwe ne jî tiştên rêxistinî ên li cem wê nekevin destê dijmin. Di berîka wê de şîfre hebûn. Ji birîna wê pir xwîn diherikî. Her ku dem derbas dibû bêheztir dibû. Destê wê dileriziyan. Bi zorê şifre ji berîka xwe derxistin. Tevahî hêza xwe kom kir û çeqmaqa xwe pêxist û şifre şewitandin. Lê belê şev bû ronahiya agir bes bû ku cihê wê deşifre bibe. Mermiyên wê xelas bibûn. Tevahî hêza xwe a mayî kom kir ji bo ku pîma bombeya xwe bikişîne. Bomba wê êdî amade bû. Tişteke ku bikeve destê dijmin jî êdî nema bû. Du leşker nêzî wê bûn hêdî hêdî. Li gorî wan beden bê rih bû û wê bê rûmetiya îxanetê her tişt li wî bedenî kiriba. Yên ku li hember wê cehş bûn. Kurdên ku hatinî xistin, bêrûmet kirin, namûs û şerefa xwe ji bo du qirûşan firotî bûn. Çawa dibe ku bêrûmetiyek bi vî rengî li ser keçeke Kurd were kirin? Gelê Mezopotamya yê herî qedîm ketibû çi halî! Zîlan di nava çend çirkand de liv am hemû tiştan fikirî. Di nava wan çend saniyeyande tenê tişta ku difikirî îxanet û rewşa Kurdbûn bû, ku ketibûnê. Dijmin hêdî hêdî nêz bû. Dema ku hev dîtin dijmin kir qêr; ‘teslîm be, êdî tu nikarî rizgar bibî’ Zîlan bêdeng, bê rih diraza. Dijmin êdî ji xwe bawer bû. Can ji beden derketibû. Çend kes tam nêz bûn. Yêk ji wan xwest destê xwe li ruyê wê bide. Zilan desdûr neda. Pîma xwe zûda kişandibû. Ji dijmin tola xwe girtibû. Tola hezaran salan hatibû girtin. Dijmin şok bibû. Miriyên dijmin hebûn. Îxanet bi vê re jî xelas nebû. Kîn û hêrsa dijmin a li hemberê Kurdiniyê xelas nedibû. Nîv bedenê Zîlan bi erebeyêve girêdan û li caddeyên Ciwanro gerandin. Ev bûyer bi rojan hate axaftin. Kîn û hêrsa gel li beramberê dijmin bibû deh hezar qat. Bi dehan ciwanên Ciwanro bûn Zîlan. Ji bo ku tola Zîlan bigirin tevlî tevgera Apoyî bûn. Navê xwe kirin, Zîlan. Di rêya Zîlanbûyînde hîna jî dimeşin.

Tevî keçmama xwe Viyan tevlî tevgera azadiyê bibûn. Viyan keçmama wê bû lê weke xwîşk mezin bibûn. Viyan hineke din ji wê mezintir bû. Dema nû hatî dinê dihat bîra Viyan. Gerîlla Viyan dema ku behsa wê dikir hindirê çavên wê kelejanek digirt. “J imin biçûktir bû lê min pir tişt ji wê girt. Em bi hev re tevlî gerilla bûn. Em di heman şiverêyan meşiyan. Ji heman kaniyan me av vexwar. Em bi hevre çûn erkan. Şahadeta wê pir têsîr l imin kir. Lê di riya wêde ez bi îddiayek mezintirve dimeşim.”

Gerîla Viyan, di derbarê stran gotina Ş. Zilande jî hêstên xwe wiha tîne ziman; “Dema ku digot ji dil digot. Heçku tevahî hêstên xwe dixwest daxe nava wê stranê de. Xîtabê dilê insan dikir. Her tişt di stranên xwede di anî ziman.”

Gerîla Viyan dema ku behsa Zilan dikir bi kelecan û xwestekek mezin ve behs dikir. “Heskînek Zilan ê mezin ji bo Kurdiniyê hebû. Tevlîbûyîna gerilla ji bo wê xeyal bû. Ev xeyala xwe her tim parve dikir. Şensê wê ê ku hevalan bibîne hebû le min heta wê demê qet heval nedîtibûn. Bi saya wê min gerîla nas kir. Dema ku behsa hevalan dikir dilê wê kelecanek digirt reşikên çavên wê mezin dibûn. Her tim behsa heybeta wan dikir. Me biryara tevlîbûyînê dabû. Ew şeva ku emê tevlî bibin malên me herduyande jî mêvan hebû. Me nedizanî ka em ê çawa ji malê derbikevin. Heta ku em ji malê derketin me pir zehmetî kişandibû. Ji wê rojê şûnde me din ava tevgera Apoyîde tekoşînek mezin da.”

Gerîla Viyan di derbarê navên xwe de jî van wiha got: “Hevalan gotin bila navê we Viyan û Zîlan be. Dema ku me sedema wê pirs kir behsa kesayeta herdu hevalan kirin. Kesayeta wan, girêdayina wan a Rêber Apo dema ku me zanî me got; ‘’Em tu carî navê xwe naguherînin û ji bo ku em layîqê vî navî bibin emê her tim din ava tekoşînekê de bibin.”

Gerîla Viyan, balê dikişîne û dibêje, ‘’Çawa ku em ji bo ku cihê şehîdan vala nemîne tevlê bûn pêwîst e ciwanên rojhilat jî ji bo ku cihê Ş. Zîlan vala nemîne tevlî tevgera Apoyî bibin. Li dijî xeta îxanetê pêwîst e tekoşînek mezin bidin meşandin. Teybet jî ciwanên Serdeşt, Ciwanro pêwîste rêya Zîlan’an bişopînin û tola Zilan rakin.”