Eşîra Zebarî: Em piştgiriyê didin têkoşîna li dijî dagirkeriyê

Ebû Alî Banî yê ji eşîra Zebarî got “Li hemberî dagirkeran wekî Kobanê bibin yek. Em piştgiriyê didin têkoşîna li dijî dagirkeriyê.”

Ebû Alî Banî yê ji eşîra Zebarî yê ku ji aliyê Seddam Husên gundê wan hatibû valakirin, diyar kir ku ji malbata wan gelek kes pêşmerge ne û ew ê xizmeta yekîtiya Kurdan bikin.

Ebû Alî Banî got ku “Gundê me di dema Qetlîama Enfalê de ji aliyê Seddam Husên ve hate valakirin. Di sala 1988’an de Seddam Husên hemû gund vala kir. Ne bi tenê gundên eşîra Zebarîyan, hemû gund vala kirin. Me pêşmergetî dikir, di derbeya 1968’an de me gelek şehîd dan.”

‘DIXWAZIN KURDAN BERA BER HEV BIDIN’

Ebû Alî bal kişand ser yekîtiya Kurdan û diyar kir ku dijminê Kurdan yek e û kî têkeve nav axa Kurdistanê bi yekîtiya wekî Kobanê wê karibin wan derxînin. Ebû Alî got ku “Ji Seddam heta Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hemû dijminatiya Kurdan dikin. Dijmin niha pêşmergeyan ji holê radike. Pêşmergeyên Zebarî aştîxwaz in. Kurd ji ber şehîdên xwe ne poşman in. Dijmin dixwaze Kurdan bera ber hev bide. Lê eşîra Zebarî li dijî tiştî ne ku, Kurd hev bikujin. Divê Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Ji ber ku dijminê me yek in.

‘EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN HÊZÊN TÊKOŞER’

Em ê piştgiriyê bidin têkoşerên ku li dijmin şer dikin. Ji ber ku dijmin gundê me talan dikin. Kurd çawa di dema şerê Kobanîyê de bûn yek, divê niha jî bibin yek. Wê demê wê destkeftinên me çêbibin. Divê hêsirên dayîkên şehîdan ziwa bibin.”