'Erdogan wê li dadgehên navneteweyî bê darizandin'

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, mikurhatinên Reza Zerrab gelekî girîng in û destnîşan kir ku Erdogan wê bê darizandin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, têkoşîna li Sûriye û Rojhilata Navîn a piştî DAÎŞ'ê, lêgerînên çareseriyê, doza Reza Zerrab û hilbijartinên federasyona demokratîk ji ANF'ê re nirxand.

Yûsif da xuyakirin ku şerê li Sûriyeyê yê li dijî DAÎŞ'ê û komên ku xwe 'mûxalîf' bi nav dikin, ketiye serdemeke nû û got, "Bi qasî ku tê dîtin, hêzên navneteweyî yên bingehîn ên weke Amerîka, Koalîsyon, Rûsya û civaka navneteweyî dixwazin ev şer biqede û çareseriyeke siyasî pêk were. Lê belê her kes dixwaze ev çareserî li gorî berjewendiyê wan be. Qedandina şer û çareseriyeke siyasî daxwaza hevpar a wan e. Mirov dikarin vê yekê ji bo Amerîka û Rûsyayê bi rengekî vekirî bêjin."

Yûsif işaret bi nakokiyên navbera hêzên navneteweyî yên ji ber berjewendiyan jî kir û got, "Her hêz niha hewl dide hê bêhtir di vê çareseriyê de bi bandor be. Lewma civîna Soçî û aktîfkirina civîna Cenevre-8 a di vê demê de, nîşan didin ku her kes dixwaze vê pirsgirêkê li gorî berjewendiyên xwe çareser bike û rengê xwe bide çareseriyê."

'HÊZÊN STATUKOPARÊZ HERÊMÊ BER BI ŞEREKÎ MEZHEBÎ VE DIBIN'

Foza Yûsif di vir de işaret bi nêzîkatiya hêzên statukoparêz ên li herêmê kir û ev nirxandin kir: "Bi taybetî Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Erebîstana Siûdî naxwazin krîza li Sûriyeyê çareser bibe. Herî zê de Tirkiye vê yekê ji bo xwe weke xeteriyê dibîne. Tirkiye, ji bo ew bi xwe nekeve rojevê, dixwaze vê pirsgirêkê mezin û kûrtir bike. Ji ber ku di nava Tirkiyeyê bi xwe de krîzeke gelekî mezin heye. Ji bo Kurd nebin xwedî statu, çi jê tê wê dike.

Wekî din Îran jî di rewşeke xitimî de ye. Îran ji bo sîstema Esad hilneweşe li Sûriyeyê tevgeriya. Lê belê hebûna Îranê cihê nîqaşê ye. Ji ber vê yekê jî Îran dixwaze demekê bi dest bixe ku li Sûriyeyê bi cih bibe. Bêguman yekser nebe jî dixwaze bi rengekî neyekser hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomîne. Ji ber vê yekê, çareseriya krîza Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyên Îranê ye.

Di serî de Îran û Tirkiye, dewletên netewe yên navendî yên li herêmê naxwazin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe ya jî çareseriyeke bingehîn bê firandin. Ji ber vê yekê dixwazin modela dewleta netewe ya îflas kiriye li Sûriyeyê bidome."

'JI CENEVRE-8 TI ENCAM DERNAKEVE'

Li ser civîna Cenevre-8 jî Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, "Civînên li Riyad û Cenevreyê nîşan didin ku niyeta rejîmê ya çareseriyê nîne. Wekî din, belgeya ku mûxalefetê nivîsandiye jî tiştekî gelekî giştî ye. Yanî di vê belgeyê de ku li ser rê û rêbazên çarseriya krîza li Sûriyeyê hatiye amadekirin, çareseriyeke bingehîn nayê pêşkêşkirin.

Krîza Sûriyeyê pirsgirêkeke gelekî girîng û giran e. Ji ber vê yekê çareseriyeke bingehîn jê re divê. Heta niha mixabin çareseriyek nehatiye destnîşankirin. Eger civînên li Cenevreyê bi vî rengî bidome, wê encam jê dernekeve.

Rejîm naxwaze danûstandin dest pê bike, berevajî dixwaze demê dirêj bike. Çawa ku piştî tifaqa Astanayê mûxalefet ji aliyê leşkerî ve kete rewşeke gelekî xerab û ji hev belav bû, rejîm dixwaze bi heman rengî demê dirêj bike û ji aliyê siyasî ve jî mûxalefetê ji rewşa mûxatapbûnê derxîne. Lewma ji bo civîna Cenevreyê bê encam bimîne, çi ji destê rejîmê tê wê dike. Ez ne bawerim ku encamek ji civînên Cenevreyê derkeve.

Wekî din, sedema herî girîng a bêencammana van hevdîtinan jî ew e ku hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê weke îradeyeke demokratîk derketine holê û xwedî nexşerêyeke çareseriyê ne, li derveyî van danûstandinan tên hiştin.

Lewma eger ev civîn bi vê rêbaz û pêkhateyan bidomin, wê nikaribin çareseriyê biafirînin. Ji ber ku heta niha li ber destê hêzên tevlî civînê bûne projeyeke çareseriyê nîne.

Heta niha yên ku hêvî dane û çareseriya pirsgirêkê destnîşan kirine, hêzên demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê ne."

'EFRÎN WÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE ÇIRAV'

Yûsif bal kişand ser hebûna Tirkiyeyê ya li Îdlibê û gefên li Efrînê dixwe û got, "Tirkiyeyê bi Cephet El Nûsra re li hev kir û niha Îdlib dagir kiriye. Em gefa li Efrîn û Şehbayê tê xwarin bêguman gelekî cidî dibînin. Li dijî aramiya tevahiya Sûriyeyê xeteriyeke mezin e. Eger êrîşên li dijî Efrîn û Şehbayê derbasî qonaxeke din bibe, ev ê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike û rê li ber şerekî hê mezintir veke.

Ev şer wê tenê li Efrînê nemîne. Me ev yek gelek caran anîn ziman û em dîsa dibêjin. Di rewşeke bi vî rengî de wê Kurdên li hemû parçeyan rabin ser piyan û Efrîn wê bi tenê nemîne. Hem Kurd hem jî hemû gelên Sûriyeyê wê tevlî berxwedana Efrînê bibin û wê Tirkiye bikeve rewşeke jêveger nîne. Çawa ku Erdogan heta niha Tirkiye timî xiste nava çiravê, di rewşeke wiha de Efrîn wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek û dikare dawî li dewleta Tirkiyeyê bîne.

Bêguman ev rewş ji bo Tirkiyeyê gelekî xetere ye. Girîng e raya giştî ya Tirkiyeyê, raya giştî ya demokratîk, neteweya Tirk û her kesên dixwazin neteweyên li Tirkiyeyê biparêzin vê rewşê baş bixwînin û li dijî vê biryara şer a dînîtî ya Erdogan helwestê nîşan bidin."

'MIKURHATINÊN ZERRAB GIRÎNG IN'

Di dewama axaftina xwe de Foza Yûsif işaret bi doza li Amerîkayê kir û got, "Doza li Amerîkayê, mikurhatinên Zerrab gelekî girîng in. Eger dest li vê yekê neyê werdan û bi rengekî adîl dewam bike, ev ê Tirkiyeyê derxîne pêşberî dadgeheke navneteweyî. Bi taybetî Erdogan û kesên di vê bûyerê de cih girtine wê derkevin pêşberî dadgehê. Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li ser rêyeke rast nîne. Ji ber ku li dijî peymanên navneteweyî sextekarî kiriye û li nava Tirkiyeyê bi xwe jî gendeliyên cidî hene. Hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derve, ranteke mezin hatiye xwarin. Ev rewş wê li qada navneteweyî encameke cidî bi xwe re bîne. Girîng e ku ev doz bi rengekî adîl bi rê ve biçe.

Bêguman rewş ne tenê ev e. Tirkiye îro bi dîktatoriyê tê birêvebirin û komkujî li Kurdan tê kirin. Wekî din dîktatorî li hêzên demokratîk tê kirin. Bêguman qada navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî divê li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin. Ev hemû pêvajoyeke û bi hev ve girêdayî ne. Ez dîsa dibêjim, ev hemû wê encamên gelekî giran ji bo Tirkiyeyê bîne."

'HILBIJARTIN WÊ BIBE BINGEHA SÛRIYEYA NÛ Û DEMOKRATÎK'

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif li ser hilbijartinên li Bakurê Sûriyeyê tên kirin jî got, "Qonaxên 1 û 2. gelekî serketî û demokratîk pêk hatin. Her kesî bi rengekî azad dengê xwe da û hemû gelên li herêmê baş tevlî hilbijartinê bûn. Ji ber ku Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind li ser qonaxa 3. a hilbijartinê hê daxuyaniyek nedaye, em nizanin tam wê kengî pêk were.

Lê em bawerin, qonaxa sêyemîn wê hem ji aliyê amadekarî, hem tevlîbûna gel û encamên xwe ve gelekî xurtir be. Ji niha ve dikarim vê bêjim,ev hilbijartin ne tenê ji bo Bakurê Sûriyeyê û gelên li vir, her wiha ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelên wê wê rê li ber guhertinên mezin veke. Wê encamên girîng ên siyasî derxîne holê. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê wê alternatîfeke gelekî xurt derxîne holê. Lewma alternatîf netewe dewlet nîne, alternatîf sîstemeke demokratîk û neteweya demokratîk e.

Hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyeyê, niha dibe bingeha paşerojê ya Sûriyeyê."