Erdogan qala durûtiya xwe kir

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li ser bûyerên li Sûriyeyê diqewimin got, "Ev aştiyeke çawaye? Tu yê rabe li vir bide û piştre bêje 'aştî'."

Serokkomarê Tirk Erdogan di Kongreya Muteşebîsiya Global de axivî. Erdogan li ser êrîşa DYA, Fransa û Îngilîstanê ya li dijî hedefên rejîmê peyivî. Erdogan ji bîr kir ku ew bi xwe li Sûriyeyê dagirker e û pirsa "Ev aştiyeke çawa ye?" kir.

Erdogan ku yek ji berpirsyarên bingehîn ên krîza li Sûriyeyê û bi rengekî fermî yekane hêza dagirker e, wiha axivî:

"Bûyerên ku niha li Sûriyeyê diqewimin, em ê bi çi rengî vebêjin. (...) Giraniyê didin ser tenê tiştekî, dibêjin; ji ber ku çeka kîmyewî bi kar anîn me jî lê dan. Baş e em ê yên bi çekên konvansiyonel hatine kuştin çi bikin? Gelo tiştekî adîl e ku mirov kesên bi çekên konvansiyonel hatine kuştin jinedîtî ve bên? Em dibêjin, werin em hîmê aştiyeke nû li vê cîhanê deynin. Em hema ji ber xwe ve bombeyan li van welatan nebarînin. Em bombeyên warîlê nebarînin. Dema gotin be, dibêjin 'aştî, aştî, aştî'. Ev çi aştî ye? Tu yê were li vir bide û piştre bêje 'aştî'. Bila aştiyeke welê tine be. Divê em durust bin, ji dil bin."

Erdogan ê qala durustî û jidilbûnê dike, yek ji wan hêzên sereke ye ku li dijî Kurdan hem çekên konvansiyonel hem jî yên kîmyewî bi kar aniye û komkujî kiriye. Ji Cerablûsê heta Efrînê dewleta Tirk ku di pozîsyona dagirkeriyê de ye, 20'ê Çileyê dest bi dagirkirina Efrînê kir û bi sedan sivîl kuşt, bi sed hezaran sivîl ji cih û warê wan kir. Her wiha cih û warên dîrokî û olî xera kir, bombe li binesaziya bajêr barand. Heman Erdogan li Bakur û başûrê Kurdistanê jî bi rêk û pêk sûcên şer dike. Erdogan yek ji wan rêveberan e ku şîdetê, bomberdûmanê, komkujî û qirkirinê bi gotinên 'ewlekarî' û 'avakirina aştiyê' vedibêje.