Engîzek: Kurd di çareseriya Sûriyeyê de bi biryar in

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek tevlî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç ên der barê rojevê de.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek tevlî bernameya Gulistan a Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç ên der barê rojevê de.

Destpêkê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava hûn dixwazin çi bêjin?

Şehîdên Sûriyê di şexsê fermandarên mezin Xebat, Gelhat, Rûbar Qamişlo, Gulan, Destîna Başûr, Jiyan Rojhilat û di kesayeta hevalên fedayî Arîn Mîrkan, Rêvan, Avesta Xabûr û Barînan, fermandara mezin Şevîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza bilind kirina tekoşînê didin.

Heftemîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêber APO û li şehîdan û malbatên şehîdan li gelê Kurdistanê li gelê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, li mirovahiya pêşverû pîroz dikim.

Bê guman salên 2000'î salên bihara gelan bûn. Serok APO jî ev gotibû, sala 2010'an û şûn ve wê bibe bihara gelên Rojhilata Navîn û navenda wê Kurdistan e. Ji ber ku Şoreşa Kurdistanê bûye çavkanî ji gelên Rojhilata Navîn re. Rêbaza şoreşê li Tûnis, Yemen, Lîbya û Sûriyeyê pêk hat, lê hêza xwe ya şoreşê ji şoreşa Kurdistanê wergirt.

Gel bi hêza xwe û îradeya xwe diktatorên li ser keda gelan xwe mezin kirin û yekdestiya xwe pêk anîn têk bir.

Di van heft salan de asta ku şoreş gihîştiyê asteke pir mezin û bilind e. Hêzên hegomonîk ên cîhanî li ser vê şoreşa gelan ku bi îradeya xwe ya şexsî, bi hêza xwe pêş xistin, dest danîn ser destketiyên gelan. Em karin bêjin şoreş ji xwediyê xwe hatin dizîn. Dest hat  danîn ser desketiyên wan. Di vê wateyê de heyecan û coşa şoreşê û ya gel a ku li tevahî Rojhilata Navîn weke biharekê herikî nava hemî rehên mirovahiyê yên pêşverû. Ew meydana azadiyê ya mezin a ku herkesî jê moral û heyecan girt, serhildanên Yemenê û Tunisê bû. Jinên Yemenê ku tiliyên xwe yê serketinê di bin çerçefan de bilind dikirin hêza xwe ya beşdar bûnê diyar kirin. Hêzên hegomonîk dest danî ser şoreşa gelan û dest danî ser destketiyên gelan û şoreş ji xwediyê xwe yê bingehîn hat dizîn.

Sûriye bû navenda şerê hêzên hegemonîk. Tiştê ku mirov bi poşmanî nêzî wê dibe ew e ku sedema vê yekê ku civak li ser bingeha hêza xwe ya civakî raste têkoşîn kir, serhildan kir lê li ser xeteke îdolojîk xwe rêxistin nekiribû. Ji ber ku xwe li ser xeteke, aliyekî yê idolojiyê bi rêxistin nekiribû, ji bo wê jî destketiyên wan ji wan hatin dizîn. Di Sûriyê de jî wisa bû û di Sûriyê de mûxalefet tev belav bû. Yê ku xwe bi navê artêşa Azad bi nav kir, ket nava destê hêzên Îslamî yên radîkal û di şerê xwe yê li dijî rejîmê de, mafdarbûna xwe, rewabûna xwe winda kir. Ji ber ku zêdetirî şerê rêjîmê şerê rastî kir.

Dixwestin bibin deshiladarekî cûda yanî?

Bê guman ji ber ku armanca wan ne guhertin û veguhertinên civakî bûn. Ne li ser esasê ku şoreşek di aliyê zihnî de, sîstem de, rêxistinkirina cvakê de, di aliyê îradebûna civakê de ne li ser vî esasî bû. Zêdetir dixwestin desthiladariya heyî bugherînin û xwe bixin şûna wê. Yên xwediyê şoreşê yên rast têkoşîn dikirin bi wan re ketin şer.

Ji bo wê jî piranî têk çûn, îroj di Sûriyê de mirov nikare bêje şoreş. Esas niha di Sûriyê de şerê navbera hêzên hegomonîk tê meşandin.

Em weke Kurd di Rohilata Navîn de şensekî me yê wisa hebû, ew jî perspektîfên Rêber APO yê li ser esasên paraznameya bi navê şaristaniya moderna demokratîk. Perspektîfa xeta modernîta demokratîk bû, ya xeta neteweya demokratîk bû, ya xeta netewe demokratîk bû, ya şoreşa gelan a Rojhilata Navîn bû. Şensekî me yê mezin ev bû.

Me li ser perspektîfa şoreşa gelan, modernîta demokratîk û neteweya demokratîk û li ser wê esasê wek xeta sêyemîn me ji xwe re esas girt. Em karin bêjin me dikarîbû şoreşa 19'ê Tîrmehê di demeke guncav de li dar bixin û vê şoreşê li ser esasekê etnîkî zêdetir ji rewşên Çînayetî, zayendî û Olî zêdetir li ser  esasê netew demokratîk weke bexçeyek gulan wê şoreşê li dar bixin û her kesî beşdarî wê bikin. Yanî dînemîkên di hindirê Sûriyê, gelên li hindirê Sûriyê, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur Rojhilatê Sûriyê ev dînamîk ev reng ev gel, bawerî, qebîle û eşîre, netewe herkes beşdarî vê şoreşê bûn li şoreşa xwe xwedî derketin û şoreş pêk hat.

Em lê meyze bikin asta ku şoreş îroj gihiştiyê bê guman astek pir mezin e. Îroj bi awayekî pratîk ji sedî 38 ji axa Sûriyê ya şoreşa 19'ê Tîrmehê ye ku li ser wê axê pêk hat di encama têkoşîneke mezin ya heft salan de. Statuyek hatiye ava kirin, ew statû di rojhilata navîn de weke modêlekê demokrasiyê ye, modêla şaristaniya demokratîk e, ya neteweya demokratîk e û wekheviya navbera cinsane. Netewperestî û olperestî ku nakokiyên ku nakokiyên esasî yên Rojhilata Navîn e, ku tê de hatiye lawazkirin. Bi rêbaza jiyanê ya nû ya komînal û li ser esasê başdarbûnekê ji dil sîstemek hatiye ava kirin û ev sîstem bûye model. Bûye navenda bal kişandinê û bala cîhanê tevî dikşîne ser xwe.

Li Sûdanê Şoreşa Gelan hat dizîn, li Yemenê li Misrê li gelek deveran bi wê armancê ketin rê. We perspektîfên xwe anî ziman ku hûn bi Feraseta Neteweya Demokratîk derketin rê. Mirov kare çi bêje Şoreşa li Rojava û Bakurê Sûriyê guhertinên çawa bi xwe re anî?

Avahiya netewe dewletê ya navendî hilweşiya. Guhertina yekem ev e. Ew sîstema navendî ku ji aliyê beşeke biçûk ve tê birêvebirin, ew sîstema netewe dewletê ya navendî hilweşiya, belav bû. Dibe ku îroj li ber xwe dide, hêzên navnetewî wê li se lingan digrin. Lê di encamê de ew serdestiya li ser erdnîgariya Sûriyê bi giştî niha winda kiriye, yanî faktorên nû derketin holê. Çiqas dewleta Sûriyê bêje 'li ser aliyê Başûr û aliyê navîn serdestiya min heye' lê rastiya wê ne wisa ye. Hikûmeta Sûriyê îroj encex serdestiya wê li ser milê Başûr hebe, bi hinek li hev kirinên navneteweyî û herêmî, hinekî hêza xwe li cihên cûda belav kir. Lê di encamê de li aliyê Rojhilatê Sûriyê de serdestiya xwe xwe winda kiriye û milê navîn ê Sûriyeyê jî serdestiya wê lewaz bûye. Ev mijarek girîng e, ji ber ku di serî de ew serdestiya netewe dewletê ji holê rabû, faktorên nû avahiyên nû derketin.

Guhertina duyem ew e cihên ku ji bin serdestiya rejîmê derket li wir sîstemek nû hate avakirin û li wir bi navê kanton û herêman sîstemek nû hate ava kirin. Ew sîstem xwe dispêre sîstema xweseriya demokratîk, li ser esasê jiyana komîn kompratîf, akademiyên siyaseta demokratîk û aboriya komînal û jiyana komînal, li ser wê esasê sîstemek nû hatiye ava kirin û civak bi hêza xwe ya cewherî xwe diparêze, yanî civak ketiye ferqa hêza xwe parastinê de.

Dibe ku fikrê herî hêja jî ev e, parastina xwe emanetî kesekî din jî neke!

Bê guman ev guhertin di hêla sosyolojîk û hêla civakî de guhertinek mezin e. Mînak; gelên Sûriyê pir rengîn e lê belê tev hatibûn perçiqandin, hatibûn înkarkirin, rê li pêşiya wan hatibû girtin. Lê bi şoreşê re, gel beşdar bûn û him jî li ser esasê çanda xwe, zimanê xwe, xwe îfade dikin. Guhertinek bi vî rengî heye, 3'ê zimanî heye, mînak guhertinek bi vî rengî heye. Berê yek ziman, yek al, yek dewlet, yek welat hebû. Lê îroj li herêmên rizgarkirî  yên Rojhilat û Bakurê Sûriyê sê zimanî heye Kurdî, Erebî, Siryanî heye. Zarokên ku diçin dibistanê bi zimanê hevdû jî dixwînin. Mirov wisa dewlemendtir dibe. Her çandek, mileteke û her miletek jî dewlemendiyeke. Sîstem naxwaze ku milet rengê cûda bibîne, ji bo ku her xizmetê sîstemê bikin. Ji bo wê naxwazin rengê cûda derkeve. Dema ku reng derdikevin mirov dibîne çiqas rengên xweş derdikevin. Guhertinên di vî milî de yên pir cidî pir di aliyê sosyolojîk de aliyê hişmendî de. Mînak berê Kurd û Ereb wek dijmin xwe nêzî hev nedikirin. Suriyan û Kurd jî xwe nêzî hev nedkirin. Yan hevkar bûn an jî li dijî hev bûn. Lê belê niha hev qebûl dikin, bi hev re di nava xweşbînî de bi çand, zimanê hev bi rengekî hevpar dijîn.

Demokrasî ev e, hemû reng di nava sîstemekê de karibin xwe îfade bikin. Guhertinek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê çê bû. Civak êdî bi xwe bawer e, bendewariyê ji dewletê nake, ku wê biparêze wê têr bike. Dewlet jê re derfetan pêşkêş bike, civak êdî derfetên xwe yê kesayetî rêxistin dike û bi derfetên xwe yê kesayetî xwe bi rêxistin dike, bi derfetên xwe yê kesayetî jî xwe diparêze. Pir tiştekî giringe.

Di milê aborî de jî civak li ser esasê piştgirtina hev, ekonomiyeke civakî ya komînal li ser wî esasî ji xwe re derfet ava dike û pê dijî. Serxwebûna aborî serxwebûna siyasî û politîk bi xwe re tîne. Eger di milê aborî de tu bikaribe pişta xwe bi xwe xurt bike, bi derfetên xwe bijî, kolektîf bijî, tu ne girêdêdayî cihekî be. Di milê siyasî û politîk de tu dikare biryara xwe bi xwe bigre û bi xwe piratkî bike û pêk bîne. Di vî milî de pêşketinên cidî çêbûne.

Li pêşiya vê şoreşê erkên çawa hene ji bo demên pêş?

Bê guman ev şoreş bi perspektîfa modernîteya demokratîk roleke pêşengtî girt ser xwe û ev projeyek e. Ev yek jî erka yekemîn ya şoreşê ye.  Ev proje li tevahî Rojhilata Navîn heta li cîhanê belav bike. Îroj sîstema navnetewî ya modernîteya kapîtalîst di nava krîzeke cidî de ye, di nava krîza sîstemê de ye. Sosyalîzma pêk hatî têk çû, dewlet netew di şexsê modernîteya kapîtalîst de têk diçe. Li qadê projek çareseriyê tune ji bo guhertin û veguhertin di aliyê sîstem de çê bibe û di civakan de rehet bûn çê bibe û ev şer bi dawî bibe. Projak bi vî rengî tune, lê belê şoreşa rojava ya 19'ê tîrmehê rol û misyonek wisa derket pêşiya wê ku pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn bike. Yanî dîrokê rolek wisa da wê şoreşê ji ber ku xwîna bi hezaran şehîd tê de heye.

Di wan heft salan de zêdetirî 11 hezar şehîd hejmarek ne kêm e. Gund û bajar hatin xirakirin, mînak Kobanê xirab bû û ji nû ve hate avakirin. Di heman demê de Efrîn di bin dagirkeriyê de ye. Di berxwedana serdemê de bi hezaran şehîd çêbûn û heya niha têkoşîn tê meşandin.

Eger li welatekî qeyran hebe şoreş çêdibe?

Dîrokê misyonek da şoreşê ku pêşengtiya şoreşa gelan a Rojhilata Navîn bike. Şoreş li ku derê dest pê dike! Li cihekî ku kaos hebe, yan jî xitimandin hebe li wir şoreş dest pê dike û derketinên şoreşgertî dike û li wir guhertunên şoreşgerî çêdibin û bi xwe re guhertinên mezin ava dike. Ev dibe sedem ku di sîstemê bi giştî de guhertin çêbibin.

Rojhilata Navîn bi giştî li ber dîzayîneke nû ye an jî li ber avakirinekê nû ye. Hêzên hegemonîk bi giştî dixwazin vê dîzayîna Rojhilata Navîn, ne li gor berjewendiyên gelan û ne jî li ser bingeheke demokratîk. Dixwazin li ser berjewendiyên aborî û dixwazin çavkanê enerjiye û aboriya heremê têxin bin hegemoniya xwe de. Sîstem û siyaset jî li ser esasê ku bibin hevkarên hêzên hegemonîk tên avakirin.

Sîstemên ajan û hevkar dixwazin ava bikin. Dewletên mezin parçe bikin, biçûk dikin, kontrol dikin ji bo ku bibin ajanên wan. Bi vî rengî dixwazin dîzayînek nû bidin heremê.

Wek ku çawa di peymana Lozanê de parçebûn çêkirin, niha jî dixwazin hên piçûktir bikin û zêdetir parçe bikin, li ser esasê olî, mezhebî û her weke din dixwazin parçe bikin ji bo ku nakokî hîn pirtir bibin ji ber ku sîstem xwe li ser wan nakokiyan dide jiyankirin û ji wir wek Qijikên laşan çawa laşek li ser erde hebe û bigrin ser wî laşî. Niha em jî di wê idayê de ne ku ew modela ku li Rojava çêdibe, dikare pêşengtiya xeta Neteweya Demokratîk li ser esasê federaliya demokratîk ya ku li Rojhilata Navîn sîstemekê Konfederal wê bike û ev yek dikare were avakirin û di hindirê wê de hemû gel û bawerî dikarin azad bijîn.

Rojhilata Navîn li ber ronesansa xwe ye, em vê yekê dikarin bi dilekî rehet bêjin. Îro şoreşa ku bi pêşengtiya gelan ve hatiye meşandin û hîn jî ev yek didome em jî wek PKK'ê pêşengtiya vê yekê dikin. Di sîstema modernîteya kapîtalîzmê de qelşek ava kiriye, derb lê xistiye. Dibe ku em ji xwe re bêjin ku dibe sîstem sibe ev ji xwe re bike mijarek utopîk  (xeyalî be) lê belê qelş li wê sîstemê ketiye, êdî ev sîstem bi xwe jî pê ne bawere ku wê heya dawî biçe. Niha sîstem di wê ferqa qelşa xwe de ye, hêzên ku van sîstema bi rêve dibin di ferqa vê yekê de ne, lê belê dixwazin restore bikin.

 Yên ku wan li himberî şoreşa Rojava dixin eniyê, ev yek ferq kirine gelo?

Bêguman. Dixwazin hêzên paşverû bi rêxistin bikin û li himber şoreşê bikar bînin û aniha bikar tînin. Ji bo ku li şûna ku sîstem bi tevahî bê guhertin restore dikin, ev tê wê wateya pînekirinê. Rola û erkên ku li pêşiya me û şoreşê ne, ew guherandin û veguherandina şoreşê ne û şoreşa Rojhilata Navîn pêk anîne. Di heman demê de guhertin û veguhertin di peredîgmaya Neteweya Demokratîk û avakirina konfedralîzma demokratîk di Rojhilata Navîn de erkekî esasî yê şoreşê ye û ji bo wê bike pêwîste civak bi giştî li ser esasê rastiya gelê şerker xwe bi rêxistin bike, ji ber ku eger tu dixwaze hebûna xwe biparêze û azad jiyan bike pêwîste tu xwe bi rêxistin û bi hêz bike û bibî xwediyê îradeya xwe û hêza xwe ya cewherî.

Şoreşa Rojava di fikrên sosyalîzm û enternasyonalîzmê de guhertinên mezin pêk anî. Em vê yekê dikarin çawa şîrove bikin?

Şoreşa Rojava bi taybetî bi şerê Kobanê re di qada navneteweyî deng veda. Bi rêya Kobanê dinyayê tevî nav û dengê şoreşa Rojava bihîst. Ji ber ku şerekî bi wî rengî bû ku her kesî digot; Gelo wê çi bibe. Her kesî pirseke bi vî rengî dikir. Hêzeke ewqas mezin û bi teknîka xwe ya pêşketî bi ser Kobanê çû û li Kobanê çend şervanên bi çekên normal û bi bedena xwe ya tazî parastin dikirin. Heya dawiyê Hêzên Parastinê yê Gel li ber xwe dan û qada navneteweyî ev yek dît û pişgirtî kir ev yek jî ji ber ku mecbûr man. Yên ku di bingeh de ev berxwedan bi ser xist hêza gel bi xwe bû. Dema ku dîtin mirovahî têk diçe û êrîşekî pir dijwar e û wehşiye (ser jêdikirin) xira dikirin û talan dikirin, eger destek neke wê dunya hemû wan rûreş bike û mirovahiya pêşverû wê wan rûreş bike.

Yanî wê bihatina teşîrkirin?

Çawa ku di şerê cîhanê yê 1'emîn û 2'emîn de eniyên li dijî faşîzmê hatin çêkirin îro jî xwe dûbare dike. Bêguman û di heman demê de hinek ji bo berjewendiyên xwe politîkayên bi taybetî yên hêzên koalîsyonê û Emerîkayê li ser esasê projeya Rojhilata Navîn ya mezin Kurdan ji bo xwe wek hêzek nêzîkî xwe û ji bo xwe bikaranîn didîtin û nêzîkbûnên wan ên li ser vî esasî jî hene, ev yek jî ji xwe re firsendek dîtin. Dema têkoşîn tê meşandin her tişt bi bedel e, bi taybetî hêzek wek hêza Emerîka ya kapîtalîst bê berdêl tiştek nakin. Em jî di ferqa vê yekê de ne, lê belê ev berxwedana Kobanê û şerê ku li Rojava hate meşandin bi taybet sekna gelê Rojava li himberî DAÎŞ'ê hewldanên rejîmê di raya giştî ya navneteweyî de vekirinek mezin çêkir û destketiyên mezim qezenç kir û bal kişand ser xwe. Roja Kobanê ya dinyayê çêbû. Ev yek wê demê me nirxand, ku çawa di şerê cîhanê yê 1'emîn û 2'emîn de eniya li dijî faşîzmê hate rêxistin kirin, hêzên (Demokrat, Femînîst, Anarşîst) û her kes beşdarî nava beşa li dijî faşîzmê bûn. Şoreşa Rojava jî ew hestên enternasyonalîst û sosyalîst nû û zindî kirin û bi hezaran ciwanên ji welatên cûda cûda  hatin beşdarî şoreşê bûn. Hinek beşdarî qada esker bûn û hinek beşdarî qada civakî bûn, hinek beşdarî qada ekonomîk û tenduristî bûn û di heman demê de hineka bi qehremantî şer kirin û şehîd jî ketin heya gihişt astekê ku hineka xwe bi temamî feda kirin.

Ev yek mijarekî pir girîng bû, ji ber ku him vê tekoşînê hêzek derxist holê û ya girîng milê xetê bû. Guhertin û veguhertinekî PKK'ê û Rêber APO di mijara sosyalîzmê de çêkirin vê yekê bandor li pratîkê kir. Têkçûna reel sosyalîzmê nayê wateya utopyaya sosyalîzmê û jiyana sosyalîst, komunal têk biçe.

Rêber APO vê tesbîtê din jî dike ku: Sed salî av li aşê digirt. Rûyên kapîtalîmzê yê din bû yê ku hilweşiya û bi sîstemeke din bû ku careke din hatibû avakirin, li ser esasê dewlet neteweyê sîstemek navendî hatibû avakirin. Dewlet nabe sosyalîst, dewleta sosyalîst tune ye. Ji ber ku sosyalîzim rêbazeke jiyanê ye, çandek e û xwe eger naspêre demokrasiyê dogmatîk dibe. Serokatî di vê yekê de guhertin çêkir, di sosyalîzm de navendîbûyîn rakir, di rêbaza rêxistinkirinê de navendî jê derxist, şidet jê derxist, di heman demê de li şûna zorê xweparastin cêkir û li şûna politîka ekonomiye, ekonomiya komînal derxist pêş ku bi rengekî mirov bi daxwaza xwe qebûl bike. Li şûna wekheviya qeba ya di navbera cinsan, cûdabûyîna pozitîv a navbera cinsan li ser esasê wekhevî, azadî, demokrasiye derxist pêş. Di aliyê hişmendiya jiyana civakê ev hemû dane çêkirin.

Xwerêxistinkirin û desthilatdariyê cûda kir, ji ber ku desthilatdarî cûda ye xwe rêve birin cûda ye. Li ser vî esasî pîvan hatin diyarkirin û ev yek bû wek xeta sozyalîzma demokratîk û bi vê hêzên şoreşger Çepgir, Hereketên jinan, Ciwanan, Kedkara hemû xewin û xeyalên wan têk çûbûn, lê bi şoreşa Rojava careke din zindî bûn. Mînak heval Şiyar Alman hebû, li Zagrosê şehîd ket. Wî bi xwe behs dikir û digot: Baweriya min tune bû ez ditirsiyam û hêviyên min di şoreşê de nemabûn, sîstem derew dikir digot: Sosyalîzim nema ye qediya ye. Lê ez hatim min di şoreşa Kurdistanê de dît ku sosyalîzim pir zindî jiyan dike û têk naçe ji ber ku fikreke, tewriyeke û di heman demê de tarzê jiyanê ye. Bi vê yekê re şoreşa Rojava pêk hat. Niha jî çiqas diçe ew wek cebhakê fireh û mezin dibe. Em bawer dikin ku guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn wê di qada navnetewî de wê di hêla enternasyonal de wê guhertinên mezin werin kirin.

Mijara DAÎŞ'ê jî mijareke girîng e, li Rojava konferansek Navnetewî li ser esasê darizandinê pêk hat. D ibingeh de dibe ku DAÎŞ'ê bi resmî du pergal raxistibe ber çavan. Di aliyekî de DAÎŞ û di aliyekî de QSD , ev jî wateya mirovahî û desthilatdarî an jî kedkarî û kedxwarî hatin himberî hev ji vê yekê hûn dikarin çi bibêjin, ev hewildanên darizandina DAÎŞ'ê encamên çawa dikare bîne?

Konferansa ku çêbû pir girîng bû, ji gelek aliyan hinek insanên hêja jî beşdar bibûn. Nîqaş kirine, biryar girtine û bêguman mafê gelan e û di hema demê de mafê gelê Rojava ye. Yên ku êş ji destên DAÎŞ'ê dîtine mafê wan e ku daxwazekî bi vî rengî bikin û dibe ku pêk were. Niha hêzên navneteweyî dibêjin: ji bo ku mehkemeyek Navneteweyî li Rojava çêbibe destûra wê wek dewlet nehatiye qebûl kirin. Welatên cûda naxwazin werin vir mehkeme bikin. Yek ji hicetên wan jî ev e ku welatên ku ew DAÎŞ'î hemwelatiyên wan in naxwazin hemwelatiyên xwe bigrin.

Sîstem dema ku bixwaze mehkemeyekê ava bike di yek carî de mehkemeyekê ava dike. Wek ku ji deh kaniyan avê bîne û bimeşîne, lê belê vê yekê nake. Di nerîna me de him hêzên koalisyonê û him hêzên navneteweyî naxwazin mehkeme çêbibe.

Çima bi vî rengî tê kirin?

Du sedemên wê hene:

1; Eger mehkeme li Rojava were kirin, tê wê wateyê ku itîrafê bi statûya wir dikin û qebûl dikin.

Ma ne wan li ber xwe dan?

Bêguman heqê wan e, lê belê ez niyeta sîstemê dibêjim.

DAÎŞ'ê qirêjahiya sîstemê ye

Ji ber ku eger DAÎŞ werin darizandin her yek çavkaniya fînansê, perwerdê û ji kûderê hatine ji aliyê istixbaratî wê bighînin dewletan û wê bighêje sîstema wan bi xwe û wê di dawiyê de derkeve holê ku yê ku DAÎŞ çêkirine ev sîstem bi xwe ne. Bêguman ji vê yekê ditirsin.DAÎŞ qirêjahiya sîstemê ye avakirin û bi ser şoreşê de şandin û xwestin şoreşê di bin de bipelixînin û şoreşê muhtacê xwe bikin. Çawa ku destê xwe danîn li ser şoreşên ku li welatê Ereban çêbû dest daynin ser şoreşşê. Lê ji ber ku şoreşê li ber xwe da gelê Rojava li ber xwe da gelê Kurd, Ereb, Suryan li ber xwe dan ji bo wê mecbûr man wê qirêjahiya xwe tesfiye bikin û niha naxwazin lê xwedî derkevin, ji ber ku eger dadgeh çêbibe mecbur in li qirêjahiya xwe xwedî derkevin û wê navê wan di belgan de derbas bibin.

Ev mijareke tekoşînê ye. Gelê Rojava û sîstema wê dikare wan kesan dadgeh bike. Dikare bi hêza xwe ya cewherî, dikare dîwanên edaletê (Wekheviyê) yê ku li Rojava hatine avakirin. Di sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, sîstema wan ya dîwanên edaletê hene û komîteyên li hev hatinê. Dikarin bi derfet û îrada xwe wan DAÎŞ'iyan darizînin û wan ceza bikin û di heman demê de dewlet neçarî girtina hemwelatiyên xwe bibin, divê di vî milî de ji bo mafê xwe gav bi paş ve navêjin.

Wek ku we di nav nirxandinê xwe de jî anî ziman şoreşa Rojava di milê jinê de herî zêde derket û azadiya jinê derxist holê ruxmê ku li cihekî jin berî 500-600 salan ku sax dixistin bin erde lê şoreşa Rojava wek reng û şoreşa jinê derket. Li gor we çima şoreşa Rojava şoreşa jinê ye?

Di bingeh de sîstema demokrasî sîstema jinê ye, ji bo vê yek jî jin pêşengtiya wê sîstemê dike û xwe xwediyê wê dibine û xwe hêza piratîk kirin û pêşengtiya wê dibine. Me li ser gelek şoreşan xwendiye û me tecrûbeyên wê dîtin e. Her dem pirsgirêkên civakî pirsgirêkên jin ev ji bo piştîşoreşê hatine hiştin, gelo pirsgirêka welat ya netew ji pirsgirêka jinê girîngtir e! Ji bo wê her dem pirsgirêkên jinê hiştine piştî şoreşê, ji bo vê yekê azadî bi giştî kêm e. Li welatên ku şoreş lê çêbûne û bi ser ketine, di wan welatan de pirsgirêkên azadiyê hene ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêkek ji rêzê nîne, pirsgirêka wê wek ya netew nîne. Pirsgirêka jin bi giştî pirsgirêka azadiyê ye. Eger li welatekî jin ne azad be jiyan ne azad e. Eger jiyan ne azad be wateya azadiya welat û netew tune ye.

Serok APO dibêje, jin netewa herî ku pêwîstiya wê bi azadiyê heye. Ev tê wê wateyê ku Serokatî jin mîna netewekê dinirxîne. Ji bo vê nabe pirsgirêkên wê werin taloq kirin ji bo piştî şoreşê ev yek bi kêlî têçareserkirin. Kêliyek azadiyê heye di kêliyê de jiyîn û çareserkirin girîng e ji bo vê yekê dema ku şoreş li Rojava çawa ku dest pê kir, perspektîfa neteweya demokratîk net bû, perspektîfa azadiya jin jî net û zelal bû.

Mîrasekî hereketa azadiya jin a cîhanê û ya Kurdistanê û PKK'ê hebe, jin li Rojava di ferqa xwe de bû.

-Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan jî li wir 20 salan xebat kir.

Bêguman rast e. Dibe ku jinên li Rojava hema hema bi giştî Rêber Apo dîtine û Rêbertî bi wan re nîqaş kiriye, wan perwerde kirine. Ji xwe rêxistinbûyîneke wan ji xwe hebû, dema ku şoreş çêbû derfet hîn zêdetir bûn û jin di hemû qadên jiyanê de jin xwe bi rêxistn kir. Îro di nava rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sîstema hev serokatî heye û sîstema hevjiyana azad hêdî hêdî tê piratîk kirin.

Lê belê şoreşê jinê ji nava malê derxist ji nav çar dîwaran derxist, jin ji bin çerçefan derxist, jin ji wan qalibin doxmatîk yên kevne şopiya civakî bi giştî derxist û jin ket qada siyasetê, ket qada şer û civakê ket qada aboriyê. Yanî jin êdî pêşengtiya avakirina muderna demokratîk dike. Pêşengtiya şer ûşoreşê kir, bi qehremantî berxweda ûşehîd bû. Bêguman xeterî hene mînak em kevneşopiyê red dikin nêzîkatiyê dîn çû, nêzîkatiyên ku jinê red dike û wê di fetisîne di bin qaliban de dihêle em red dikin. Lê divê em neşemitin milê fikrandina azadiyê birciwaziya piçûk ya modernîteya qaptalîst em wê jî red dikin.

Di Rojava de tiştê ku kêm dimîne ev e, perspektîf zelal e lê jiyan û piratîk kirin de bûna modêl û bûna çand, hîna di navbera kevin û nû de di navbera burjuva û feodal de fikirandina azadiyê rast derxistina holê de pratîkkirina wê de hin lewazî hene. Pêwîst e ev werin derbas kirin b guman. Modêla şoreşê û çanda şoreşê li ser esasê pîvanên azadiyê têne jiyîn. Jin di vî milî de him di nava sîstemê de li ser esasê him jiyana azad xwe bi rêxistin bike, û him bi regekî xweser xwe bi rêxistin kiriye, yanî hêza wê ya xweser jî heye.

Pêvajoya avakirinê hîn berdewam e ji bo wê jî şoreşa Rojava bi têgîna jin bi pêş ket û bi pêşve diçe. Ji bo wê jî cewherê demokrasiyê azadiya jine. Carek din em herkesî ku kedek wan di şoreşê de heye em silav dikn û carek din şoreşê li wan pîroz dikin.