Endamên OPEC'ê li ser hilberîna petrolê li hev nakin

Ji bo pêşî li zêdebûna buhayê petrolê bê kirin, Rûsya û Erebîstana Siûdî dixwazin hilberîna petrolê zêde bikin. Lê belê îran û gelek welatên OPEC'ê li ber wan radibin.

Erebîstana Siûdîku serkêşiyê ji Rêxistina Welatên Firoşkarên Petrolê (OPEC) re dike, ragihand ku wan bi Rûsyayê re li hev kirine ji bo hilberîna rojane ya petrolê bi milyonek varîl zêde bikin. Buhayê varîleke petrolê niha bi qasî 75 dolar e. Ji bo pêşî li zêdebûna buhayê petrolê bê girtin, tê xwestin ku hilberîn bê zêdekirin.

Rûsya û DYA, ji bo kêmkirina buhayê petrolê dixwazin hilberîn bê zêdekirin. Lê belê welatên ku kapasîteya wan a hilberînê kêm e û ji aliyê aborî ve tengav in, li ber vê yekê radibin. Par biryar hatibû dayin ku hilberîna petrolê rojane dakeve 1,8 milyon varîlî. Çend ji welatên ku li ber zêdekirina hilberînê radibin Îran, Venezûela û Iraq in.

Ev welat bi fikar in ku eger hilberîn bê zêdekirin û buha bê kêmkirin, ji ber ku kapasîteya wan a hilberînê kêm e, dibe ku di bazara petrolê de nikaribin cihekî xurt bigirin.

Ji bo lihevkirina DYA û Rûsya derbasdar be, divê hemû welatên endam erê bikin. Xuya ye îqnakirina Îran û Venezûelayê zehmet e.