Endamên HPC-Jin: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) diyar kirin, aştî jî hebe êrîş jî hebe ew her tim amade ne xaka xwe biparêzin.

Jinên endamên Kongreya Star û HPC-Jin nerazîbûn nîşanî gef û êrîşên dagirkeriyê yên rejîma Tirk dan û wiha gotin:

'DIVÊ ERDOGAN WERE DARIZANDIN'

Endama HPC-Jin a Qamişloyê Wetha: Em ji Erdogan re dibêjin ku êdî bese ji komkujiyan re, we bi hezaran jin û zarokên me qetil kirin. Em bang li hemû cîhanê û çi kesên ku çareseriyekê aştiyê ji Sûriyeyê re dixwaze dikin ku bi erka xwe rabin. Em jî wekî hêzên parastina civakî ya jin heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê gund û bajarên xwe biparêzin.

Lê belê heta ku ji me were em ê aştiyê bixwazin, ji ber ku em pêkhateyên vê herêmê tu carî şer naxwezin û em ê aştiyê bikin armanca xwe ya sereke.

'EM Ê SERÎ JI ERDOGAN RE NETEWÎNIN'

Endama Saziya Malbatên Şehîdan û HPC-Jin Galya Suleyman: Me bi xwîna şehîdên xwe ev ax ji nû ve şîn kirin û em nahêlin ku dewleta Tirk ya bi serweriya Erdogan xaka me dagir bike, me soz da ku em xaka xwe biparêzin û em dîsa ji soza xwe nû dikin.

'DIVÊ EM BI HÊZA XWESER LI BER XWE BIDIN'

Endama HPC-Jin a Amûdê Perwîn Sînan: Gefên Erdogan îradeya gelê me naşkîne, ji ber ku gelê me xwediyê aştiyê ne her dem aştiyê dixwazin. Lewma serketin ya gelê me ye. Em; hêza parastina civakî ya jinê heta dawî em ê gelên xwe biparêzin.