Endamê Meclîsa Damezrîner a Venezûelayê hate kuştin

Li Venezûelayê çalakiyên mûxalefeta rastgir ên li dijî serokdewlet bi ser neketin. Qurbanê dawî yê înfazen komên tarî yên li welêt, endamekî Meclîsa Damezrîner e.

Piştî xwepêşandanên protestoyî ku ji aliyê mûxalefeta rastgir ve li dijî Serokdewlet Nîcolas Madûro hate birêxistinkirin, niha jî bi rêya înfazan hewl tê dayin li Venezûelayê şer bê destpêkirin.

Seroka Meclîsa Damezrîner a sala 2017'an ava bû Delcy Rodrîgûez ragihand, endamê meclîsê yê ji eyaleta Trûjîlo Tomas Lûcena hatiye kuştin. Rodrîgûez destnîşan kir ku bi cînayetan wê nikaribe pêşî li Meclîsa Damezrîner were girtin ku welêt biparêze. Serokdewlet Madûro jî diyar kir ku êrîşa li nêzî bajarê Valerayê hate kirin wê bê cezakirin.

Hat ragihandin, endamê Meclîsa Damezrîner Lûcena ji aliyê êrîşkarên bi motorsîklet ve hatiye kuştin ku ev êrîşkar li gelek çalakiyan xwe nîşan dan.

Tifaqa mûxalîf a partiyên rastgir îdîa dike ku Nîcolas Madûro yê 2013'an hate hilbijartin berpirsyarê krîza aborî ya li welêt e û divê îstifa bike.

Madûro jî piştî xwepêşandanên ku meha Nîsanê dest pê kirin, biryar da ku Meclîsa Damezrîner bê avakirin. Meclîsa Damezrîner ku bi hilbijartinên 30'ê Tîrmehê re ava bû, bi erkên ji yên parlamenta berê zêdetir hate wezîfedarkirin. Wezîfeya bingehîn a Meclîsa Damezrîner jî amadekirina destûra bingehîn a nû ye.