Çeteyê DAÎŞ’ê yê ku li Swêdê cînayet kir madalya xwest

Çeteyê DAÎŞ’ê yê ku li Swêdê cînayet kir ji dêvila ceza, madalya xwest. Dadgehê ji ber cînayetê 15 sal û 10 meh cezayê girtîgehê da çeteyê DAÎŞ’ê.

Mûbashîr Qadar di sala 2013’an de tevî 3 birayê xwe ji Orebroyê çûn Sûriyeyê. Du birayê wî di nav refên çeteyên DAÎŞ’ê de mirin, ew jî ji pişta xwe birîndar bû.

Ji ber ku sûcê ku li Sûriyeyê li dijî mirovahiyê kiriye tu lêpirsîn li Qadar nehate vekirin. Qadar di sala 2015’an de ji ber şîddet li xwişka xwe kir, mehkûm bû.

Sala borî di meha Hezîranê de li Orebroyê di navbera 2 çeteyên krîmînal de şer çêbû. Qadar bi meqesê kesekî 20 salî kuşt.

Qadar diyar kir ji ber ku ew kes xisarê nede kesên din, wî ew kuştiye û got “Ji dêvila ku hûn min bi cînayetê sûcdar dikin, divê hûn madalyayê bidin min. Min mirov rizgar kir. Min madalya heq kiriye.”

Dadgehê ji ber cînayetê 15 sal û 10 meh ceza da Qadar.

ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YÊ JI SÛRIYEYÊ VEDIGERIN NAYÊN DARIZANDIN

Li gorî lêkolînên Polîsên Ewlekariyê yên Swêdê nêzî 300 kes ji Swêdê çûne Sûriyeyê û tevlî nav DAÎŞ’ê bûne. Hin ji van kesan hatine kuştin lê li gorî texmînan 100 kes vegeriyane. Nêzî 30 endamên DAÎŞ’ê jî di destê YPG û QSD’ê de ne.

Heta îro li ser du çeteyên DAÎŞ’ê doz hate vekirin ew jî ji ber sûcê cînayetê mehkûm bûn.

Hikumeta Swêdê pêşniyaz kiribû ku ji bo çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê YPG’ê de dadgeheke navneteweyî were avakirin, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê yên vegeriyane Swêdê dozgeran dest bi kar kirin.

Ji bo lêkolîna meseleyê 4 dozger hatibûn peywirdarkirin. Di civîna hevpar de dozger Reena Devgun diyar kir ku hilweşandina DAÎŞ’ê hêviyek ava kiriye û ew ê li qirkirina li ser Êzidiyan bikolin. Devgun diyar kir ku ji bo gumanbar derkevin ber dadgehê ew delîlan kom dikin û ew ê cih bidin îfadeyên şahidan jî.”

Devgun diyar kir u wê çeteyên DAÎŞ’ê ji sûcên şer, qirkirin û terorê werin darizandin û yên sûcên cînayet, êşkence, tecawizê kirin wê cezayê muebbet li wan were birîn.

Devgun ji bo pirsa gelo wan ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê heta niha têkilî bi YPG an QSD’ê daniye yan na jî got “Ev meseleyeke taybet e.”

Me jî diyar kir ku ew heta têkiliyê bi rêveberiya Bakurê Sûriyeyê daneynin wê nikaribin xwe bigihînin delîlan.