Encûmena Asayîşê dîmenê ku bi navê wê hatî dayîn red dike

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê rapora dîtbarî ku bi navê wan hatî weşandin red dike û dibêje: “Em bi ti awayî ji naveroka rapora ku li ser navê Encûmena Asayîşê hatî bilavkirin haydar nînin.”

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dezgehekî ewlekariyê ya girêdayî serokatiya Herêma Kurdistanê ye û ji 5 endaman pêk tê. Îro êvarê di ragihandinên PDK’ê de raporek dîtbarî ya çend rojnamevanan bilavkir, lê piştî saetekê serokê dezgeha asayîşa Herêma Kurdistanê û du endamên din rêveberê ajansa parastin û zaniyarî-zaniyarî û rêveberê îstixbarata pêşmerge daxuyaniyek dan û dibêjin ku ev rapora dîtbarî ya ku hatî weşandin bi ti awayî raya fermî ya encûmena asayîşê temsîl nake.”

Daxuyaniya her sê endamên encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Îro êvarê medya dîjîtal a kanalek ya partiyek diyar, li ser navê saziya (Encûmena Asayîşa Herêmiya Kurdistanê) daxuyaniyek dîtbarî weşandine. Di vê dîmenê de mikurhatina çend kesan hatiye weşandin û bi sîxurtiyê hatine tawanbarkirin. Ev yek di demekê de ye ku Encûmena Asayîşa Kurdistanê ku girêdayî serokatiya Herêma Kurdistanê ye, ji bo weşanê kanala xwe ya fermî heye û ji 5 endaman pêk hatiye, lê em sê endamên encûmenê bi ti awayî ji wê rapora dîtbarî ya mikurhatinê ku li ser navê encûmena asayîşê hatî weşandin haydar nînin.

Her daxuyanî û raporên ku bêyî agahiya me û bêyî piştrastkirina agahiyan ji aliyê me ve bê weşandin ne fermî ye û weşanên encûmena asayîşê temsîl nake. Ji ber wê em endamên encûmena asayîşê her cûre daxuyaniyên ku eger bi agahiya me nebe û rastî û dirustiya wê ji aliyê me ve nehatibe piştraskirin, dubare dibêjîn ku ew daxuyaniya îro raya fermî ya encûmena asayîşê temsîl nake.”