Encamnameya Kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê

KNK'ê encamnameya kombûna Şêwira Rojhilatê Kurdistanê ku di 14-15'ê Îlonê de li Stockholmê pêk anî eşkere kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di rojên 14-15.09.2019an de, li Stockholm a Swêdê, civînek berfireh ji bo guftogo li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya Şêwira Neteweyî de li darxist.

Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên siyasî, pisporên biwarên cuda cuda, mafnas û nûnerên saziyên civakî û çandî, gelek kesayetên serbîxwe û ronakbîr amade bûn. 

Civîn roja şemiyê bi axaftina KNKê û bi bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre mijarên weke rewşa civakî û pêkhateyên Rojhilatê Kurdistanê, rewşa aborî û çînayetî, rewşa jinan, rewşa mafên mirovan, rewşa siyasî û rêbazên çareseriyê hatin guftûgo kirin. Çendîn kesayetiyên siyasî û akademîsyen, di civînê de li ser mijarên di rojevê de gotar pêşkêş kirin. Di nava du rojên civînê de mîvan û beşdaran bi pirs û nêrînên xwe, hemû warên rewşa îroyîna Rojhilatê Kurdistanê anîn ber bahsê û şirove kirin. Roja yêkşemê, civîn bi ragihandina encamnameyekî bi dawî hat.

ENCAMNAMEYA CIVÎNÊ

Encamnameya civînê wiha ye:

"Rojhilatê Kurdistanê li jêr dagîkeriya Komara Îslamî ya Îranê de dinale. Zêdeyî 40 salan e ku rêjîma paşverû ya Îranê mafên gelê Kurd binpê dike, dengê azadîxwaziyê difetisîne û bersiva daxwaziyên rewa yên gelê Kurd bi şer û kuştinê dide. Rewşa civakî sal li pey salê pirtir aloz dibe, gîrodekirina ciwanan bi madeyên hişber, bûye beşek ji şerê taybet yê rêjîmê li hember gelê Kurd. Jin ji hemû mafên xwe yê mirovatiyê hatine bêpar kirin. Abûriya welat gihîştiye sînorê îflasê. Rantxwarî, dizî, firotina endamên laşê mirovan, xapandin û fesadê, her der tejî kiriye û civak xistiye nava rewşek pir belengaz. 

Zêdegaviyên rêjîmê û destwerdana wê di karên hundirê welatên heremê, weke Êraq, Sûriye, Lubnan, Yemen û hwd, niha Îran aniye hemberê kirîzek/qeyranek pir bi tehlîke ya navneteweyî. Li hember vê rewşê, rêjîma Komara Îslamî lez daye xurtkirina bingehên serbazî û xwe pir çek kirinê. Plan û programên rêjîmê, niha bûye çavkaniya qeyranek navneteweyî li hemû cîhanê. Serbarî programa atomî, pirsa çêkirin û bikar anîna balafirên bê firokevan û roketên dûravêj ku li Sûriye,  Lubnan û Yemenê li dijî Îrsaîl, Erebistan û hevpeymanên Amerîka tên bikar anîn, metirsiya şer li Rojhilata Navîn gihandiye astek herî bilind. 

'REJÎMÊ PIRANIYA ÇEKÊN XWE YÊN NÛ LI DIJÎ HÊZEN SIYASÎ YÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ BI KAR ANÎ'

Di nava du salên derbazbûyî de rêjîma Komara Îslamî, piraniya çekên xwe yên nû li dijî hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bikar anîne. Di roja 8ê Îlona sala 2018an de, di encama roketbarana bargehên HDKê de, di nav de 6 jê endamên komîteya Navendî, 14 kadroyên pêşeng yên partiyê û du pêşmergeyên HDKÎ şehîd bûn. Di heman rojê de, rêjîma dagîrker 3 xortên şoreşgerê kurd; Ramîn, Zaniyar û Luqman di girtîgehan de darve kir. Ev rastiyeke ku terora dewleta Iranê ya dijî gelê me li rojhilatê Kurdistanê re ne sînordare. 

KIRYARÊN LI DIJÎ GELÊ KURD

Rêjîm ji siyaset û civakê bi der, rehmê bi jîngeha Kurdistanê jî nake. Sala derbazbûyî, li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê, kesên girêdayî rêjîmê agir berdan zevî û daristanên Kurdistanê. Di dema hewldana ji bo vemirandina agir de, rêjîmê bi pilanek veşartî, çar jîngehparêzên çalak, Şerîf Bacwer, Umêd Husênzadeh, Rehmet hemîmîniya û Muhemmed Pejûhî şehîd kirin. Lewma pewiste parastina jingeha Kurdistan wekî erkekî neteweyî bête dîtin.

Di warê aborî de,  rêjîmê ti derfetên kar û jiyana asayî li ber destê xelkê nehêştiye. Lewma bi sedan kes ji bo bidest xistina debara jiyana xwe, di mercên pir dijwar de dest bi kolberiyê kirine. Lê dijmin rê nade ku ew kesên destkurt, bi asûdeyî karê zehmetê kolberiyê jî bikin. Heya niha bi sedan kolber li ser sînor hatine kuştin û bi sedanên jî hatine birîndar kirin. 

Girtin, kuştin, zext û zorî û hêrîşên li ser saziyên civaka sivîl, eve bi salane ku bûye beşek ji siyaseta rejîma Îranê li dijî gelê Kurd. Li derveyî sînorên Rojhilatê Kuridstanê jî, rola Îranê di dijminkariya bi mafên gelê Kurd û tevgera Kurdistanê re, bi awayekî zelal derdikeve. Li her ciyê ku hêviyek ji bo azadî û bi dest xistina amfek sînordar jî, ji bo Kurdan di rojevê de be, Îran hemû îmkanên xwe dixe kar, heya pêşiya pêvajoyên ku bi qazanca Kurdan bin bigre. Hevkariya Îran û Turkiyê di civînên Soçî de li dijî berjevendiyên gelê me li Rojavayê Kurdistanê, hevkariya bi Heşdê şeibî û aliyên tundrewên Êraqê re li dijî Başûrê Kuridstanê û hevkariya rasterast bi Tirkiyê re li dijî tevgera Azadiya Gelê Kurd li Bakûr, encamên siyaseta dijminkarane ya Îranê bi gelê Kurd re ye. 

'HÊZÊN SIYASÎ YÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ DIVÊ BÊHTIR NÊZÎ HEV BIBIN'

Li hember vê siyaseta dagîrkerî û dijminahiya bi gelê Kurd re, tevgera neteweyî li Rojhilatê Kuridstanê bi salan e li berxwe dide. Bi lehengî têkoşîna azadiyê gîhandiye astek wisa ku îro her alî hesabê li ser dike. Lê ji bo ku ew berxwedan û ked bighêje amanca xwe, divê hêz û aliyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pirtir li hev nîzik bibin û deriyê hevkarî û beşdarî kirinê ji hemû tak û komên ku di tevgera Kurdistanê de cîh digrin re vekin. 

DAXWAZ Û PÊŞNIYARÊN PÊKHATEYÊN CIVÎNÊ

Nûner û kesayetiyên beşdar yên di civîna Şêwîra Rojhilat de, piştî bahs û guftogoyên hûr û kûr li ser mijarên ku di serî de hatin behs kirin, van xalên jêrîn ji raya giştî re pêşkêş dikin: 

* Îran di alê etnîkî de welatekî fireh netewe û li alê baweriyande jî xwedî komên baweriyên  cuda ye. Nabe komara Îranê li ser bingeha yek netew yek baweriyê bê sazkirin. Divê Îran di navxwe de demokratîk, sekûler, azad û adil be. 

* Li rojhilatê Kurdistanê rewşa gelê Kurd ya îroyîn nayê qebûkirin. Gelê Kurd, weke neteweykî xwedî hemî mafên bingehîn û xwedî mafê çarenûse. 

* Divê Partî, rêkxistin û saziyên siyasî yên Rojhilatê Kuridstanê, ji bo ava kirina pilatformek bi hêz û berfireha neteweyî, di demek zû de bi hev re bikevin diyalogê û xwe ji reqabetên ne di cî de ku tenê dilê dijmina xweş dike biparêzin. 

* Divê hemû partî û rêkxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji hev re bibin piştgir û alîkar û rê nedin ku dijmin ji nakokî an cudahiyên siyasî, îdeolojîk û rêxistinî di navbera wan de sûdê bibîne. Pêwiste zemîn ji bo karên hevbeş bête xweşkirin.

* Civîn, bang li hemî partî, rêxistin, kesayet û gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê dike ku xwedî li deskevtên Başûr û Rojava derkevin û tekoşîna azadiya gelê Kurd li Bakur destek bikin.

* Tevgera siyasî, ji bo ku jina Kurd rola xwe di nava civak û tevgerê de bilîze û weke pêşenga xebata ji bo wekheviyê bibe xwedî bandor, astengiyên li ser rêya beşdariya jinan rakin û li hember edetên civakî yên rêgir li ser rêya çalakiyên jinan de xwedî helwêst bin. Divê jin di her warê jiyanê de xwedî maf û îarede bin, zemîn ji tevgera azadiya jinan re bê xweşkirin. 

* Kombûn piştgiriya xwe ji bo xebata azadî, edalet û demokrasiyê ya jinên Kurdistan û Îranê radighîne û destek dike. 

* Kombûn piştgirî li hemî girtiyên syasî û çalakvanên civaka sivîl dike û xwedî lê derdikeve. Siyaseta girtin, îşkence û îdamê ya Komara Îslsmiya Îranê şermezar û riswa dike. 

* Rejîma Îranê ne tenê xwedî li şûnwarên dîrokî û arkelelojîk yên Kurdistanê dernakeve, heman demê de didize û xirab dike. Lewma pêwîste gelê Kurdistan xwedî li şûnwarên xwe yên dîrokî, arkeolojîk, çand û zimanê xwe derkeve û biparêze.  

* Kombûn di wê baweryê de ye ku xebata rewa ya azadiya gelê Kurdistanê, bê têkbirina rejîma Îslamî ya Îranê û pêkanîna alternatîfek demokrat û dadperwer, nagihêje amanca xwe ya bingehîn. Lewma divê xebata azadîxwaza gelê Kurdistan û xebatên azadixwezî yên xelkên Îranê yên ji bo têkbirina rejîmê di nav hevkarî û hemahengiyê de be. 

* Kombûn, bang li hemî pêkhate û gelên Îranê dike ku ji bo Îraneke demokratîk, sekuler û wekhev, ji bo çareseriya pirsên nateweyan û baweriyan, bi hevre tevbigerin û têkoşîneke hevbeş bikin. 

* Kombûn bang û daxwaz dike ku civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan, dewletên endam di Konseya Ewlekariya NYê de û çalakvanên civaka sivîl, pişgiriyê ji tekoşîna azadiya gelê Kurd re bikin, teybetî li maf û rewşa kolberên Kurd xwedî derkevin û bibin rêgir ku rêjîma dagîrker a Komara Îslamî nekari kuştina vê qada hejar li Kurdistanê berdewam bike.

Ji bo ev kar û daxwaz bêne şopandin û pratk kirin, civînê komîteyek teybet hilbijart. Ev komîte wê bi Konseya Rêvebir ya KNKê re di nava hevkariyê de be. 

Em bawer dikin ku encamên vê Şêwirê, wê tekoşîna aştî û azadiyê xurt bike û rêya yekîtiya neteweyî xweş bike."