Emîrtiya Ereban û Yewnanistan wê tatbîkateke hevpar li dar bixin

Emîrtiya Ereban a Yekgirtî û Yewnanistan wê hefteya pêş tatbîkateke hevpar a leşkerî li dar bixin.

Rayedarekî leşkerî yê Yewnanistanê ji AFP’ê re da diyarkirin ku wê Emîrtiya Ereban a Yekgirtî hefteya pêş balefirên şer ên F-16 bişîe ji Yewnanistanê re. Hate diyarkirin ku wê balefirên Emîrtiya Ereban a Yekgirtî li Girava Gîrîtê were bicihkirin.

Rayedarê leşkerî diyar kir ku wê tatbîkat ‘bi hevkariya wezaretên Parastin û Karên Derve yên her du welatan’ were kirin. Di navbera herdu welatan de di warê ekonomîk jî hevkariyeke mezin heye.

Fransayê jî hefteya borî diyar kiribû ji bo piştgiriya Yewnanistanê wê du keştî û balefirên şer bişîne Rojhilatê Behra Spî.