'Em ji ber zilma dewleta Tirk ji Efrînê reviyan'

Mistafa Mihemmed û malbata wî ku nema karîbûn xwe li zilma dewlet û çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê rabigirin, neçar ma cih û warê xwe biterikînin.

Ji 18'ê Adarê dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê û vir ve, dawî li êşkence, talan, destdirêjî û revandina mirovan nayê. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin bi hezaran mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Efrîniyên ku her tişt dan pêş çavên xwe û nexwestin Efrînê biterikînin, nema dikarin xwe li êşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê rabigirin û ji neçarî cih û warê xwe diterikînin.

Mistefa Mihemmed û malbata wî jî yek ji wan Efrîniyan e ku nexwest di dema dagirkeriyê de ji Efrînê derkevin. Mistefa Mihemmed û hevsera wî Zelîxa Mihemmed ku nema karîbûn xwe li êşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê rabigirin, ji Efrînê derketin. Ji ANF'ê re qala bûyerên ku di nava şeş mehan de bi serê wan ve hatin kirin.

XWEST KURÊ XWE RIZGAR BIKE, LÊ HATE GIRTIN

Zelîxa Mihemmed diyar kir ku xizmên wan nexwestin ji Efrînê derkevin, lewma wan jî biryar dan ku li Efrînê bimînin û got, "Me got ku em ê ji gund derkevin, lê belê xalê min û kalkê min gotin ku wê dernekevin. Me jî got, 'Eger hûn dernakevin em ê jî dernekevin' û em man. ji nişka ve deng hatin. Me destpêkê fêhm nekir, lê em gelekî tirsiyan. Ji xafil ve li qîrîna gotina 'allaû ekber' ketin nava gund. Mîna gêrîkan ketin nava gund.

Dengê fîşekan hat. Em hemû gelekî tirsiyan, zarokên me ji tirsa giriyan. Du rojan li Xilnêrê man. Piştre Tirk hatin. Dema ku balafiran bombe barandin, zarokekî jiyana xwe ji dest da. Dûre li gundê Xilnêrê dest bi girtinê kirin. Bavê kurê ku jiyana xwe ji dest da, dema çû ji bo kurê xwe rizgar bike birîndar bûbû. Ew û kurê wî 2 mehan girtin. Du kesên din ên bi navê Mazlûm û Îsmet birin. Hîn jî nayê zanîn bê li ku ne. Em heman rojê ji gund derketin û hatin Efrînê."

Mihemmed got ku çeteyan hevserê wê revandin û ji wan fîdye xwestin û wiha dewam kir: "Ez pê nehesiyabûm ku hevserê min revandine. Xizmên min ji min re gotin. Ji bo berdana wî 20 milyon ji me dixwestin. Wê ez jî birevanda, lewma min xwe vedişart. Jinek revandin. Eger ez jî li Efrînê bisekinîbûma wê ez jî birevanda."

KINCÊN LEŞKERÎ LI ME KIRIN Û BI GOTINA 'EV YPG'Î NE' WÊNEYÊN ME KIŞANDIN

Mistefa Mihemmed ku 64 rojan di destê çeteyan de dîl ma û bi rojan êşkence lê hate kirin, qala wê wextê kir: "Dema ku ez diçûm kar, çeteyan li ser rê ez girtin û birin Maratayê. Li wê derê êşkence li me kirin. Kincên leşkerî li me kirin. Wêneyên me kişandin û belav kirin. Gotin 'Ev YPG'î ne, teslîm bûne'. Em du kes bûn, piştre hejmara me bû 11. Paşê em birin Cindirêsê. Li wê derê jî ji saet 6'an heta 12'ê şevê êşkence li me kirin. Li wir jî gotin, 'ev çete ne, me ew ji eniyê anîn'. Dema em birin, çavên me girtî bûn.

Ji wir jî em birin Girkê. Piştre em birin Ezaz û Sûcarê. Gelekî êşkence dikirin. Li wir jî jin hebûn. Nêzî hezar mirov li wir digirtin. Nan nedidan. Gelekî êşkence dikirin. Bi taybetî êvarê dest bi êşkenceyê dikirin û heta serê sibehê dewam dikirin. Bi xortûman, bi ço bi her awayî êşkenceyên giran dikirin. Sixêfên giran li me dikirin."

LÊPIRSÎN JI ALIYÊ TIRKAN VE DIHATE KIRIN

Mistefa Mihemmed diyar kir ku kesekî ji gundê Hesenê bi êşkenceyê hate kuştin û got, "Yekî birîndar ê bi navê Mihemmed hebû. Li Raco birîndar bûbû. Ew tedawî nekirin. Du mehan ji ber ku birîna wî nepêçan, du roj piştî ku ez derketim, şehîd bû. Bi giranî Tirk û çeteyên wan bi hev re tevlî lêpirsînê dibûn.

Çeteyan bi giranî tercûmanî dikirin. 90 ji sedî yê girtiyan Kurd bûn. Du kes li cem me bûn. Emrê yekî ji wan 60-70 salî bû. Destpêkê wesayita wî jê stendin, piştre jî ew xistin hepsê. Ji xwe mirovên ku direvandin, bêyî stendina pereyan bernedidan. Her tişt ji bo pereyan dikirin. Ji bo her kesên ku revandin fîdye digirtin."

'JI BO BIRINA BERHEMÊN DÎROKÎ HER DEVERA EFRÎNÊ DIKOLIN'

Mihemmed anî ziman ku li Efrînê hejmara çeteyên ji Xûtayê hatine anîn gelek e û nahêlin gelê Efrînê bi rehetî li malê xwe bin. Mihemmed da xuyakirin ku timî mirov tên revandin û got, "Jin û keçan dibin. Her roj 3-4 kesan dibin. Zanibin li cem kê pere heye, bi gotina 'YPG'î ye, ya jî ji Asayîşê ye' wan direvînin. Wesayitên wan dibin."

Mihemmed diyar kir ku êşkence, talan û zilm li navçeya Kefercanê gelekî zêde ye û anî ziman ku berî çend rojan 3 sivîl bi êşkenceyê hatin kuştin. Mihemmed bal kişand ser xerakirina şûnwarên dîrokî yên li Efrînê û got, "Ji bo derxistina berhemên dîrokî gelek deverên gundê Sêvya kolandin. Li Efrînê ji bo birina berhemên dîrokî gelek dever kolandine."

'ENKS'Î BI ÇETEYAN RE DIXEBITIN'

Mihemmed anî ziman, metirsî hebû hevsera wî bê revandin, lewma ew nema karîbûn li Efrînê bimînin û got, "Xwestin hevsera min birevînin. Ji ber vê yekê em hatin. Rewşa me ji xwe nebaş bû. Sê caran hatin malê û li me geriyan. Me xwe vedişart."

Mihemmed destnîşan kir ku ENKS'î bi çeteyan re dixebitin û di dawiya axaftina xwe de got, "Li Efrînê ENKS'î gelek in. Bi giranî di meclîsên wan de cih digirin. Ji xwe ew ji çeteyan re dibêjin bê kî çi karî dike. Kesên ku mamoste jî bûn direvandin. Yên ku giliyê mamosteyekî kirin jî ENKS'î bûn."