'Em ê serketina Kurdan li dîrokê bineqişînin'

Gerîlaya YJA Starê Delal Nûda Avet di roja 7'an a berxwedanê de li Şikefta Birîndara bal kişand ser amadekariya gerîla û armanca serketinê. Delal Nûda Avet got, "Em ê careke din serketina Kurdan, serketina PKK'ê li dîrokê bineqişînin."

Gerîlaya YJA Starê Delal Nûda Avet li Şikefta Birîndara di roja 7'an a berxwedanê de di bin êrîşên giran ên hewayî de qala rêveçûna şer, rêbaza êrişê ya dijmin û sekna gerîla kir:

HER KES LI BENDA VÊ KÊLIYÊ BÛ

"Niha li Şikefta Birîndara em di çeperê de ne. Weke ku hûn jî zanin bi bombardûmana giran a hewayî ya 14'ê Nîsanê de ji bejahî û hewayî ve di 17'ê Nîsanê de êrîşan destpê kirin. Li Çiyayê Reş, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Şikefta Birîndara êrîşên gelekî berfireh destpê kirin. Destpêka wê ji bo me surprîz nebû, ji ber ku em li benda rojeke wiha bûn, me xwe li gorî wê amade dikir. Di êvara êrîşê de her kes bi moral, motîvasyon û hêzeke mezin bûn. Wê şevê ev rewş bi rengekî şênber dihate fêhmkirin. Lewma her kes li benda vê kêliyê bû. Hesabê wê dihate kirin ku êdî wê çi bê kirin. Her kes bi coş ketibû çeperê. Rewş niha jî bi heman rengî ye.

EM NAHÊLIN KU HÊZÊN XWE DAYNIN

Ji 17'ê mehê û vir ve em nahêlin ku dijmin hêza xwe li qadê dayne. Êrîşên ji bejahî ve gelî dibin. Ji ber ku em nêzî xetên dijmin in, nêzî xeta Xeregolê ne, ji bejahî ve êrîşên giran têne kirin. Nİha li Şehîd Cûdî, Tepê Ortê berxwedaneke mezin heye, heval li ber xwe didin. Bi hevalan re moraleke gelekî mezin heye. Bi wê berxwedanê, bi wî ruhî em li vê derê li ser piyan e. Em hewl didin ku bi hev re hin tiştan bikin. Li vir yekane tişta şênber rastiya serketinê ye. Ji doh serê sibehê ve Kobrayan bê rawestan êriş kirin, lê belê tevî vê yekê jî moraleke mezin bi me re heye. Em dibêjin, 'tu çi dike bike tu yê nikaribe bandorê li me bike. Tu yê bibîne ku em ê ji berxwedana xwe tawîzê nedin'. Ev rastî ye, doh bi şev jî hîn bêhtir şênber bû.

JI BERXWEDANÊ JÎ WÊDETIR EM BER BI SERKETINÊ VE DIMEŞIN

Îro 23'ê Nîsanê ye, salvegera êrîşa par a dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Em wê serketinê careke din ji bo xwe weke xetekê dibînin û berxwedêrên Werxelê, Zendûra, Delalan, Viyanan, Baweran ji vê derê bi minet û rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta wan, bi ruhê wan ê berxwedanê, bi karaktera wan a serketinê berpirsyariyên xwe pêk bînin. Çi dibe bila bibe, ji berxwedanê jî wêdetir em ber bi serketinê ve dimeşin. Tenê sedemeke êrîşa ewqasî giran a bejahî û hewayî ya dijmin heye; ew bi xwe jî zane ku êdî xeta dawî ye. Em ê heta dawiyê vê xetê dewam bikin û bi ser bikevin. Tirsa dijmin ji vê ye. Em her şev vê yekê bi şênberî nîşan didin, her sibehê bi şênberî nîşan didin.

DI NAVBERA ME Û WAN DE 300-400 METRE HENE

Çepera ku em niha tê de ne çepereke li jora çepera dijmin e. Derdora 300-400 metre di navbera me de hene. Qet xwe nalivînin, ji bo xwe bilivînin em li bendê ne, em gelekî dixwazin lê belê qet xwe nalivînin. Tenê carna serê xwe radikin û dadixînin. Niha dijmin li ku ye, çi dike, hewl dide çi bike, wê çawa bibe, ji kîjan alî ve bê, em ê çi bikin, divê em çi bikin; em niha li ser van kûr dibin.

EM MÎRATEYA WERXELÊ JI XWE RE DIKIN ESAS

Em hewl didin perspektîfên hevalê Cûmalî ji xwe re bikin esas. Hevalê Cûmalî û hemû hevrêyên pê re li ber xwe dan li Werxelê bi rastî jî mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Ev gelekî bi wate û girîng bû. Niha em li vê derê bi rêya vê perspektîfê di tunelên şer û qadê de tevdigerin. Li gel vê yekê em hewl didin tiştên nû jî biafirînin. Hewl didin ji nû ve dîzayn bikin lê belê bi giştî em amade ne, em bi moral in û hevgirtî ne. Ev gelekî girîng û hêja ye. Ya ku tehdeyê li me dike ew e ku em nikarin bi hevalan re rûnê û hinekî sohbet bikin. Ew ken, daxwaz û xwesteka lêdanê ji me re dibe moraleke mezin. Em bi yek kulmî lê didin û ev yek nîşaneya me ya serketinê ye.

HEBÛNA LI VÊ DERÊ CIHÊ SERBILINDIYÊ YE

Hebûna li vê derê ji bo min bi rastî jî gelekî bi wate ye, di heman demê de cihê serbilindiyê ye. Mayina bi afirînerên vê jiyanê re ji bo min girîng e. Girîng e ku li vê derê li nava vê derya serketinê me. Em hewl didin ku li ser xeta Apoyî xwe ji nû ve lêpirsÎn bikin û bibin hêza afirandinê. Em hewl didin bibin hêza lêdanê ya kesayetiya milîtan a Apoyî. Weke jinekê cihgirtina li vê çeperê hîn bi wate ye, hîn girîng e û nîşaneya pêşengiyê ey. Bêguman kêmasiyên me jî dibin, carna em dikevin nava kêmasiyan. Bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê bêjim; li vê derê çi dibe bila bibe, çi biqewime jî eger rêxistin rojekê dengê min bibihîze, ji ber kêmasiyên rû dane hemûyan rexnedayina xwe didim. Bi dîtina min me dikarîbû ya herî baş bikira û em ê bikin.

BÊYÎ FIKAR Û GUMANAN EM LI SER PIYAN E

Bêguman em timî li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Li vê derê em ê serketinê misoger bikin. Yilmaz Guney gotibû 'Ya em ê bi ser bikevin, ya em ê bi ser bikevin. Li şûna jiyaneke bi koledarî, ez mirineke bi şoreşgerî tercîh dikim'. Di berxwedana Kobanê de dayikekê digot, 'Li şûna ku li ser çoka xwe bimirim, ez ê berxwedana li ser piyan tercîh bikim' û bi wî rengî bû. Em koletiyê qebûl nakin. Li vê derê em ji bo wê dayikê li ber xwe didin, em ji bo mîrateya Yilmaz Guney li ber xwe didin. Ji bo rastiya wî gelî li ber xwe didin û em neçar in ku vê berxwedanê bi ser bixînin. Lewma mîna ku wê dayikê got, heta dawiyê em li ser piyan e, bêyî fikar û gumanan. Em ê serketineke din a Kurdan, serketina PKK'ê li dîrokê bineqişînin. Ji vê bawer dikin û ji vê derê ji hemû hevrêyên li ber xwe didin serketinê dixwazim. Em bi can û bi ruh bi hev re ne. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya hevrêyên xwe yên şehîd derkevin û di şexsê wan de bi navê hevrêyan hemûyan soza xwe dubare dikim."