'Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin'

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen û endama TAJÊ Pakîze Celal nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember êrîşa li gundê Dugirê yê Sinûn a Şengalê dan ku Fermandarê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî û 3 şervanên din şehîd bûn.

15'ê Çileyê dewleta dagirker ya Tirk êriş bir ser Şengalê. Di encamê êrişê de yek jê fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî 4 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn.

Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî Rîham Hesen li ber êrişên dewleta dagirker a Tirk rabû û got: "Ev ne yekemcar e ku êrişê tînin ser xaka Şengalê. Bi hinceta ku PKK li Şengalê ye êrişê tînin ser şervan û zarokên Şengalê YBŞ û YJŞ. YBŞ û YJŞ ji ber tolhilgirtina fermana ku li civaka Êzîdî hatibû kirin di sala 2014 de ava bûn. Dewleta Iraqê li hemberî vê êrişê bêdeng maye. Heya roja îro êrişên dewleta Tirk ên li ser civaka me Êzîdî xelas nebûne. Em ê piştgirtiya şervanên xwe bikin, pêwîst bike em ê hemû bibin YBŞ û YJŞ."

Hesen diyar kir ku ew ê tola şervanên xwe li erdê nehêlin. Hesen anî ziman ku YBŞ beşek ji Iraqê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare bi êrişan civaka me Êzidî tine bike. 

'HIKÛMETA BAŞÛR Û IRAQ BÊDENG IN'

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Pakîze Celal jî êrîşa dewleta Tirk a faşîst Tirk şermezar kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Iraqê da û got: "Her çar heval zarokên vê axê bûn. Pêşengê civaka me fermandarê YBŞ‘ê bû ku civaka me bi rê ve dibirin, xwedî li axa me derdiketin. Îro em dibînin ku hikûmeta Başûrê Kurdistan û dewleta Iraq ê ji bedeng in. Di êrişên dewleta Tirk de 4 zarokên me şehîd bûn."

'EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE NEHÊLIN ERDÊ'

Pakîze Celal bal kişand ser firîna balafirên Tirk ên li ser esmanên Şengalê û got: "Eger îro balafir li ser esmanên Şengalê difirin û bi êrişan zarokên me şehîd dikin ev dijminahiya wan a li hemberî me nîşan dide. Bila dijmin baş bizanibin ku em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin. Em dayik şopdarên şehîd û doza xwe ne. Em ê tola zarokên xwe ji dijmin re nehêlin."