'Em ê li dijî kujerên zarokên xwe heta dawiyê têbikoşin'

Şêniyên Hesekê li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û gotin, "Em ê li dijî yên ku zarokên me qetil kirin heta dawiyê li ber xwe bidin."

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya 2'ê Kanûna 2019'an ku li navçeya Til Rifat a Şehbayê pêk hat 10 sivîl hatin qetilkirin ku 8 ji wan zarok bûn û piraniya wan zarok 12 sivîl jî birîndar bûn. Li dijî komkujiyên dewleta Tirk şêniyên Hesekê daketin qadan û bi bîr xistin ku dewleta Tirk li pêş çavên dinyayê sivîlan qetil dike û bang li saziyên navneteweyî yên pêwendîdar kirin ku wezîfeya xwe pêk bînin.

'ÊRIŞÎ ZAROKAN DIKIN'

Beyan Ebdo tevî hevser û zarokên xwe tevlî meşa li dijî komkujiya dewleta Tirk bû û got, "Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên sivîlan û zarokan dagirtî ye. Bi komkujiya li Til Rifatê hate kirin re Komkujiya Helebçeyê tê dubarekirin. Ev komkujiya li me hate kirin ne ya destpêkê ye. Dewleta Tirk berê jî gelek komkujî li me kir. Li Serêkaniyê bi bikaranîna çeka qedexekirî ya Fosfor zarokên me qetil kirin. Êrişî zarokan dike."

Beyan Ebdo destnîşan kir ku ew piştevaniya yên li eniyê li dijî dagirkeran şer dikin û got, "Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo rawestandina van komkujiyan têbikoşin."

'GELO MAFÊ VÎ GELÎ NÎNE KU BIJÎ?'

Hejmar Mehmûd jî ragihand ku dewleta Tirk dest ji zarok û sivîlên ji Efrînê koç kirine bernade û bi rengekî hovane wan qetil dike û got, "Ji bo zarok neyên kuştin em bi malbatî daketin qadan." Mehmûd pirsa "Gelo çi gunehê zarokên vî gelî hebû? Mafê wan ê jiyanê nebû?" kir.

BANGA LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ

Fêhîma Ehmed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji dema Osmaniyan û vir ve êrişî sivîlan dike û ragihand ku wê ti carî faşîzma Tirk qebûl nekin. Ehmed got, "Li pêşiya çavên dinyayê, dewleta Tirk sivîlan qetil dike. Raya giştî ya navneteweyî divê wezîfeya xwe li dijî vê yekê pêk bîne."

'EM JI DAGIRKERAN NATIRSIN'

Hemîd Cemîl Hesen ku bavê 9 zarokane anî ziman ku dewleta Tirk ji berê ve komkujiyan dike û got, "Erdogan zarokên me qetil dike. Gelê Kurd ji berê ve bû hedefa van êrişan. Heta yek ji me bimîne em ê li dijî dagirkeran têbikoşin. Tank û topên Erdogan wê nikaribin bi îradeya me. Em ji dagirkeran natirsin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."