‘Em dixwazin vegerin li ser axa xwe’

Welatiyê Êzîdî Nedîm Erkîş diyar kir erd û milkên wan ji aliyê alîgrên AKP û Partiya Saadetê ve hatiye desteserkirin û got, 7 sal in ji bo ku vegerin li ser milkê xwe têkoşîna hiqûqî didin û tenê daxwazek me heye ew jî vegera gund e.

Êzîdiyên ji herêma Qubîn navçeya Êlihê ku di sala 1992’an de ji ber zext û polîtîkayên dewletê ji cih û warê koçî Dîasporayê kirin, dixwazin vegerin gund û warên xwe. Welatiyên gundê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qubînê, beriya biçin Ewropayê mal, milk û gundê xwe bi emanetî dabûn eşîrek cîranên xwe. Piştî welatî bi salane li Ewropayê dijîn biryara li gundê xwe vegerin dan. Di sala 2012’an de dema welatiyên Êzîdî xwestin vegerin gundê xwe rastî zordestiya alîgirên AKP û Partiya Saadetê hatin. Li ser ve yekê niştecih û xwediyên gund ên ji civaka Êzîdî, ji gundê xwe bistînin û dikaribin bi rehetî vegerin gundê xwe, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Êlihê doz vekirin û piştî demek dirêj doz qezec kirin. Li gel qezenckirin dozê, tapuya erd û milkan jî 7 sale nikarin biçin li ser gundê xwe.

Têkildarî mijarê welatiyê gund Nedîm Erkîş (55) axivî û da zanîn ku civaka Êzîdî demek dirêje li heremê rastî gelek zilm û zorê tên, bi gelek leystik hîlebaziyê bê bingeh, di milên madî de gelekî neheqiyê mezin tên. Erkîş destnîşan kir ku berî 27 salan gundê xwe bi emanetî teslîmî eşîra ciran kirin û 60 malbatên Êzidî koçî Ewropa kirin.

GUNDÊ EMANET; KELHOKA

Erkîş anî ziman ku berî sala 1980'an û pişt re li Qûbînê êzidî ji ber hinek sedeman neçar man çûn Ewropayêk û wê demê hemû kes jî gund çû û tu kes li gund nema. Erkîş bilêv kir ku di sala 1992'an bi temamî gund ji ber polîtîkayên qirêj yên şer ên dewleta Tikriyê hate valakirin û mal, milk û gundê xwe bi emanetî dan eşîrek cîranên xwe û wiha axivî: “Mal, milk û gundê xwe weke emanet me teslîm kir. Me bi peyman da wan. Tapuyên me hene. Dema me emanet kirin soz dan me. Soza 'Hûn kengî vegerin em dê gundê we bidin we' dan."

‘ALÎGIRÊN AKP Û SAAEDÊ GEFAN LI ME DIXWIN’

Erkîş destnîşan kir ku di sala 2012'an de biryara careke din vegerin gundê xwe girtin û wiha pê de çû: “Di mijdara 2012'an de em hatin bi kesên ku me gund teslîmî wan kir re hevdîtin kir. Emanetê me daye wan me xwest. Lê mixabin ji me re gotin 'em gundê xwe nadin we' Gotin 'Zeviyên ayîdî we em dê bidin we' Dibêjin em ji malan dernakevin. Tapuya gund û hemû malan li cem me heye. Me ya wan got qebûl nekir û me serî li riyên hiqûqî dan. Ji mijdara 2012'an heta niha me daye dadgehê. Li gel tapuyên mal û milkan jî bi salan em bi riya dadgehê ve bûn. Piştî demek dirêj me doz qezenc kir jî lê hîna alîkarên AKP û Partiya Saadetê milkê me desteser dikin û gefan li me dixwin."

‘EM DIXWAZIN LI GUNDÊ XWE BIJÎN’

Erkîş bilêv kir ku li ser êzîdiyên Qûbînê zextên eşîr, feodal û polîtîkayên zilmê hene û wiha dom kir: “Gelê Êzidî ji ber van sedeman koçber bû. Zextên gelek dijwar li ser me hebûn. 28 sal in em ji herêma xwe dûr in. Di serdema pêvajoya aştiyê de me xwest em vegerin, em ji wê pêvajoyê bi hêvî bûn. Ji niha û vir de em naxwazin li Ewropa bijîn em dixwazin li cihê em lê hatin dinê yanî li gundê xwe bijîn û li wir bimirin. Astengî û zextên salên 1980’an berdewam dike. Ji ber ku em Êzidîn e û Kurd in gundê me hatiye desteserkirin. Ji ber vê yekê em nakirin vegerin gundê xwe û bikevin malên xwe. Li wir gelek gund û gundî hene. Lê tenê li hemberî Êzidiyan zext tê kirin. Tu kes bi kesên din re eleqedar nabe. Tenê daxwazekî me heye ew jî bila gundê me teslîmî me bikin û em dixwazin li gundê xwe bijîn.”

‘LI HER DERÊ LI DIJÎ ÊZIDIYAN ZEXT Û ÊRÎŞ HENE’

Erkîş destnîşan kir ku ev 7 sal in ew têkoşîna hiqûqî didin û li gel bi ser ketine jî gundê wan li wan nayê vegerandin û ev tişt got: “Mixabin civaka Êzidî li Iraqê, Sûriyeyê û Filîstînê li her deverê pirsgirêkên ku canê xwe didin didomin. 73 ferman di serê me civaka Êzidî de hatiye û di fermana dawî de bi sedan mêr û jinên Êzidî hatin qetilkirin û kuştin. Dîsan gelek jinên Êzidî hatin revandin û firotin. Me gelek êş kişandiye. Em jî wek şêniyên gundê Kelkokê dixwazin vegerin gundê xwe û li ser axa xwe jiyan bikin. Dema em vegerin gundê xwe em dixwazin ji bo Êlihê jî razemeniyê bikin. Tenê daxwazek me heye em dixwazin hiqûq cihê xwe bigre.”