'Em dixwazin bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî vegerin Efrînê'

Efrîniyên ku piştî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe koç bikin, dibêjin ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dixwazin li cih û warê xwe vegerin.

Efrîniyên ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewlet û çeteyên Tirk neçar man cih û warên xwe biterikînin, dixwazin bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî vegerin malên xwe. Efrîniyan bi bîr xistin ku Efrîn li pêş çavên hemû cîhanê tê talan û dagirkirin û destnîşan kirin ku di serî de Rûsya û Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî zemîna dagirkirinê afirandine.

Gelê Efrînê ku li gundên Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê dijîn destnîşan kir ku wê dagirkeriya dewleta Tirk ti carî qebûl nekin. Efrîniyên ku ji aliyekî ve dewleta Tirk êrîşî wan dike û li aliyê din jî rejîma Sûriyeyê zextê lê dike, anîn ziman ku wê li cih û warê xwe yê hezaran salan vegerin, lê belê divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajêr bên derxistin. Gelê Efrînê ku li herêma Şehbayê di nava şert û mercên giran de dijî, dibêjin ku bi avakirina komîteyên şopandin û ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî re ew dixwazin vegerin cih û warê xwe.

'BILA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û HÊZÊN DIN ÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN DEWRÊ'

Ebû Mihemed ku ji ber dagirkeriya Tirk neçar ma ji navçeya Bilbilê ya Efrînê koçî Şehbayê bike, diyar kir ku heta dewleta Tirk û çeteyên wê hebin ew ê nikaribin li cih û warê xwe vegerin û dixwazin Neteweyên Yekbûyî bikeve dewrê. Ebû Mihemed got, "Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin. Malên me talan kirin, lê belê eger Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî bikevin dewrê em dixwazin li warê xwe vegerin. Ji ber ku li wir çeteyên DAÎŞ'ê hene. Di van şert û mercan de em nikarin vegerin. Me li dijî kesî şer nekir, em bi rengekî aram li ser axa xwe bûn. Wan şer li hemberî me ragihandin. Divê civaka navneteweyî vê qebûl neke."

NÊZÎ MILYONEK MIROVÎ KOÇ KIR

Minyad Mihemed jî ku ji gundên Bilbilê neçar ma koç bike ev bang li Neteweyên Yekbûyî kir: "Gelo Neteweyên Yekbûyî me nabîne? Nêzî milyonek mirov ji Efrînê ji cih û warê xwe bûn. Nanekî ku em bixwin jî bi destê me nakeve. Em li derve radizên, av bi destê me nakeve. Bila werin û halê me bibînin. Em dixwazin li cih û warê bav û kalên xwe vegerin. Bila bên komîsyonan ava bikin, komîteyên şopandinê ava bikin. Em dixwazin li warê xwe vegerin. Ev yek wezîfeya Neteweyên Yekbûyî ye. Neçar in ku vê bikin. Ji ber ku milyonek mirovî koç kir."

Cemîl Ehmed destnîşan kir ku cîhanê çavên xwe li barbariya dewleta Tirk girtiye û got, "Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, rêxistinên mafên mirovan çawa dikarin koçberbûna nêzî milyonek mirovî ji nedîtî ve bê. Ev tiştekî were qebûlkirin nîne. Nan bi destê me nakeve, av bi destê me nakeve, elektrîk nîne, derman nîne, mirovên me ji ber ku derman û doktor nîne dimirin. Lê belê rewşa me ji nedîtî ve tên."

Efrîniya bi navê Ferîde Hemo jî got, "Me tenê karîbû canê xwe rizgar bikin, me nekarî tiştekî din rizgar bikin. Bi vî kincî em hatin. Em birçî ne, kincê me nîne, cihekî ku em lê bimînin nîne. Em nikarin debara xwe bikin."

Celal Reşîd ê ji gundê Îkîdamê yê Şerayê koç kir bi zimanê Tirkî ji gelê Tirk re got, "Em bi rengekî aram li ser erdê xwe diman, lê li hemberî me şer îlan kirin. Li ser me planek kirin. Em perîşan bûn. Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin. Heta ku çete û dewleta Tirk li wir bin em nikarin vegerin. Her tiştên me talan kirin, her kesî tacîz dikin. Cîhan tev lê temaşe dike. Ev DAÎŞ e, lê cîhan ji nedîtî ve tê. Bila werin lêkolîn bikin, bê ev çeteyên ku dewleta Tirk li ser axa me bi cih kirine kî ne. Em dixwazin bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li cih û warê xwe vegerin. Dixwazim vî tiştî ji gelê Tirk re bêjim: We heta niha çi zerar ji me dît? Gelo ew çeteyên ku anîne wê derê ji me çêtir e? Ka em xwişk û bira bûn?"

'DEWLETA TIRK BARBARÎ KIR'

Dayika Fatma ku ji Cindirêsê koçî herêma Şehbayê kir anî ziman ku tişta dewleta Tirk kiriye barbarî ye: "Min ji Cindirêsê koç kir. 50 rojî me li ber xwe dan. Lê belê balafir li pey hev dihatin. Kolan bi kolan, mal bi mal bombe dikirin. Malên me hilweşandin. Cenazeyê gelek kesan hê di binê xirbeyan de ne. ji ber êrîşa van barbaran me cih û warê xwe terikandin. Dema ji mala xwe derketim, heywanên min li malê bûn, min xwest wan bifiroşim lê min nekarîbû. Heywanên me jî kkuştin. Ew hov in, barbar in. Bila Xwedê bela bide wan. Lê em ê ti carî dest ji cih û warê xwe bernedin."