Elmanya, Îngilîstan û Danîmarka DAÎŞ'iyan naxwazin

Serokê DYE'yê Trûmp ji welatên Ewropayê xwestibû ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'ê ku di operasyonên QSD'ê de bi saxî hatibûn girtin, bibin. Heta niha Elmanya, Îngilîstan û Danîmarkayê gotin, "Em DAÎŞ'iyan naxwazin".

Serokê DYE'yê Donald Trûmp doh bi rêya Twîtterê daxuyaniyek dabû û gotibû, "DYE ji Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û hevkarên xwe yên din ên Ewropî dixwaze, zêdeyî 800 DAÎŞ'iyên li Sûriyeyê hatin girtin, ji bo darizandinê bibin welatê xwe. Alternatîfeke din nîne, naxwe em ê neçar bimînin ku wan serbest berdin."

Di nava DAÎŞ'iyan de yên bi saxî ketin destê YPG/QSD'ê, gelek welatiyên Ewropî hene. Lê belê Elmanya, Îngilîstan û Danîmarkayê bersiveke neyînî dan daxwaza Trûmp.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Elman de hate gotin, ji ber ku li Sûriyeyê nûnertiyeke wan a fermî nîne, li ser welatiyên Elman ên li herêmê ne agahiyeke zelal nekarîne werbigirin. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Hin agahî tên ku dibêjin, hin welatiyên me li girtîgehê ne. Lê em nikarin bi rêya çavkaniyên xwe van piştrast bikin."

Lê belê, hevpeyvînên welatiyên Elman ên çeteyên DAÎŞ'ê ku di destê YPG'ê de ne, dema dawî timî di medya Elman de cih digirin. Di medya Elman de gelek caran hate ragihandin ku beşek ji DAÎŞ'iyên hatine girtin li Elmanyayê der barê wan de biryara girtinê heye.

DANÎMARKA: GELEKÎ METIRSÎDAR IN, EM WAN NAXWAZIN

Berevajî Elmanyayê, Danîmarkayê daxuyaniyeke vekirî li ser mijarê da. Berdevk Aastrûp Jensen ku berpirsyarê karên derve yê Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Løkke Rasmussen e, bal kişand ser endamên DAÎŞ'ê yên Danîmarkî yên di destê YPG'ê de ne û got, Ew mirovên herî metirsîdar ên li dinyayê ne. Em wan naxwazin." Berevajî vê nêrînê, sosyal demokratên Danîmarkî dibêjin, "Ew ji vê derê çûn û tevlî DAÎŞ'ê bûn. Yanî sûcê destpêkê li welatê xwe kirin, ji ber vê yekê divê li vir bên darizandin."

Nîqaşeke bi heman rengî niha li Îngilîstanê jî heye. Welatiya Îngilîz Shamîma Begûm ku dema 15 salî bû ji welatê xwe reviya û tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bû, çend roj berê gotibû ku ew dixwaze vegere welatê xwe. Lê belê Wezîrê Karên Hundir Sajîd Javîd diyar kiribû ku ew Begûm û DAÎŞ'iyên din naxwazin.

Wezîrê Îngilîz çend roj berê daxuyaniyek da û diyar kir, kesa navborî bi terikandina Îngilîstanê û tevlîbûna li nava DAÎŞ'ê hêrsa xwe ya li dijî welatê xwe nîşan daye û got, "Eger te destek dabe rêxistina terorê ya li derveyî welat, di mijara astengkirina vegera te de wê ti fikara min nebe." Lê belê Wezîrê Edaletê yê Îngilîz Davîd Gaûke diyar kir, li dijî destûra bingehîn e ku pêşî li vegera welatiyek Îngilîz bê girtin û got, "Nabe ku em welatiyên xwe bê dewlet bihêlin, naxwe wê pirsgirêka qanûnî derkeve."

TENÊ 5 WELATAN WELATIYÊN XWE XWESTIN

Tevî Fransayê, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê bi rengekî fermî ji rêveberiya Rojava xwestibûn ku welatiyên wan ên di nava DAÎŞ'ê de bi saxî ketine destê YPG'ê, bidin wan.

Bi operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê re heta niha li bakurê Sûriyeyê zêdeyî 2700 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin û çete niha li girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê tên girtin. 800 ji wan jî welatiyên 46 welatan e ku piraniya wan ji welatên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava ev demeke ji DYE, Fransa û Elmanyayê dixwaze ku di mijara darizandina DAÎŞ'iyên biyanî de bi erk û berpirsyariyê rabin.