Eleqeyeke zêde ya ji bo Kongreya Mezin a 4'an a HDP'ê

Bi hezaran kesên ku ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyê hatin li hêwana ku wê Kongreya Mezin a 4'an a HDP'ê were kirin, kom bûn.

Kongreya Asayî ya 4'an a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Hêwana Sporê ya Enqerê (Arena) wê were kirin. Hê ji berê sibehê ve gel li ber hêwana kongreyê kom bû. Tê payin 600 jê otobosên mezin, bi sedan  wesayîtî 30 hezar kes tevlê kongreyê bibe.

Ji niha ve hundirê hêwana kongreyê tije bû. Li ber deriyan bi sedan mirov ketine dorê. Li sê cihê cihê polîs kontrolê dikin, nahêlin çente, batarya û şarz û hwd. bixin hundir.

Li gel dorpêça polîsan a li têketê jî bi hezaran kes bi coşdarî xwe gihandin hêwanê. Jinan bi fîstanên xwe yên gelêrî yên kesk û sor û zer hêwan xemilandin.

Gel li hêwanê dest bi govendê kir û bi çepik û lîlandinan, bi dirûşman dibêje,''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'', ''Jin jiyan azadî'' û ''Bê  serok jiyan nabe''.

Di serî de  Tûnis, Filîstîn, Ordin, Fas, Qibris, Swêd, Şerîa ya Rojava, Fransa, Galîçya, Elmanya, Ewistralya, Libnan, Yewnanîstan, Bask, Misir, Italya, Katalonya, Danîmarka, Norwêç, Ingilistan, Skoçya, Portekîz, Fînlandiya, Swîsre, Spanya, Ermenîstan ji 28 welatan mêvan tevlî kongreya HDP'ê bûn. Her wiha nûnerên ji 30'î zêdetir partiyên siyasî û ji Rojhilata Navîn gelek rêxistinên jinan tevlî kongreyê dibin.

Di nav mêvanan de Serokê Komaya Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenter a Ewropayê Tîny Kox, Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez Lacalle, Alîkarê Sekreterê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Ewropayê Gîacoma Fîlîbeck, Enadmê Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamanteya Ewropayê Nîkos Androulakîs jî di nav mêvanan de ne.

Li kongreyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesteke zêde heye. Li hêwanê pankarta bi nivîsa, ''Ji tecrîdê re êdî bes e'' hate daleqanin û ji bo Ocalan dirûşm hatin gotin.