Efrînî sonda tolhildanê dixwin

Efrîniyên ku ji ber êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçî herêma Şehbayê kirin û hewl didin di nava şert û mercên giran de li erdê mayinkirî jiyaneke nû ava bikin, sonda tolhildanê dixwin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete; DAÎŞ, El Nûsra û El Qaîdeyê ji bo qirkirin û dagirkirina Efrînê êrîş kirin, bi sedan hezaran Efrîniyan ji neçarî koçî navçeya Şêrawa û Kantona Efrînê kirin.

Efrîniyan berê xwe dan gundên Til Sosin, Til Qerah, Ziyaretê, Ehrez, Til Rifat û Til Şeîr ên Şehbayê û li hewş û malên vala bi cih dibin. Li van xaniyên ku di dema şerê dijî DAÎŞ'ê de piraniya wan ji aliyên çeteyan ve hatin mayinkirin, Efrînî hewl didin bi cih bibin. Dema ku malên xwe derketin jî tenê karîbûn kincê li xwe kirî bi xwe re bibin.

Meclîsên Kantona Şehbayê hewl didin bersivê bidin pêdiviya gel. Lê belê nifûsa ku koç kiriye gelekî zêde ye ku Şehba nikare jê re bibe bersiv. Efrîniyên ku pêwîstiya wan bi av, elektrîk, xwarin û xizmeta tenduristiyê heye, li xanî, kargeh û hewşên vala hewl didin bi cih bibin.

Efrîniyên ji ANF'ê re axivîn gotin, ew dagirkeriya dewleta Tirk ti carî qebûl nakin û wê teqez li malên xwe vegerin û dewleta Tirk ji cih û warê xwe biqewirînin.

'EM Ê DEST JI EFRÎNA XWE BERNEDIN'

Hûriye Şêxo ku ji gundê Metîna yê navçeya Şer ya Efrînê koç kiriye û li hewşa maleke li gundê Til Qerah ê Şehbayê tevî çar malbatan dijî, anî ziman ku dema ji mala xwe derketin nekarî tiştekî rahêje tiştekî û got, "Em niha li vir in. Nêzî 4 malbat û 20 kes li vir dijîn. Av nîne, xwarin nîne, derman nîne. Ji xwe hûn xanî dibînin. Xwedê belayê xwe bide Erdoğan. Wî em xist vî halî, lê em ê ti carî ji dest ji Efrîna xwe bernedin."

XANIYÊN MAYINKIRÎ

Jina bi navê Zeynep Hebeş li maleke gundê Til Qeharê ku aliyekî wê mayinkirî ye tevî 5 zarokên xwe dijî diyar kir kir ku dema ew dawet kirin hişyarî dan wan ku nekevin herêma mayinkirî, ji ber ku du odeyên malê mayinkirî ne. Zeynep Hebeş ragihand, her der mayinkirî ye û ew ditirse ku zarokên xwe bişîne derve. Hebeş got, tiştek nîne û ew di rewşeke zor û zehmet de ne.

JI ŞEHBAYÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ

Dema ku em ji mala Zeynep Hebeş derdikevin, dibînin ku koçberên ji Efrînê navê xwe li Meclîsa Gel a Ehrezê qeyd dikin. Endamê Meclîsa Gel a Ehrezê Mihemed Rislan diyar kir ku ji Efrînê gelekî koçberî çêbûye û ji bo karibin alîkariyê bigihînin gel navê wan qeyd dikin. Rislan got, "Em hatin ku gel bi cih bikin. Lê bi rastî jî pêwîstiya me gelek e. Ji kincan heta xwarinê û stargehê, pêwîstiya me heye."

'EM BI BERXWEDANA EFRÎNÊ SERBILIND IN'

Endama Meclîsa Gel a Ehrezê Eyşe Hisên jî anî ziman ku wan pêdiviyên gel qeyd kirine û got, "Em ê ti carî dest ji gelê xwe yê Efrînê û Efrîna xwe bernedin. Em ê teqez Efrînê bistînin. Gelê me yê Efrînê wê heta wextekê li vir bimîne. Bi piştevaniya hev divê em destekê bidin gelê Efrînê. Em ê ti carî dilê dijmin xweş nekin. Em bi berxwedana gelê xwe yê Efrînê serbilind in. Em ê Efrînê ti carî ji dewleta Tirk re nehêlin."

SONDA TOLHILDANÊ

Jineke extiyar a bi navê Gulîzar Dilyar ku ji Helebê koçî Efrînê kir û niha jî ji Efrînê koçî herêma Şehbayê kiriye wiha dibêje: "Ev çend car in em koç dikin. Xwedê mala Erdoğan xera bike. Tiştên ku wî aniye serê me bila hezar qatî bê serê wî. Em ji cih û warê me kir, lê bila zanibe ku em ê wê axê jê re nehêlin. Em îro di rewşeke zehmet de ne, tiştekî me nema. Xwedê hêz bide zarokên me, wê tola vê hilînin."