Ebdî: Eger Tirkiye êrîş bike wê şerekî mezin dest pê bike!

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî hişyarî da û got, "Eger artêşa Tirk êrîşî deverekê bike wê ev yek veguhere şerekî mezin."

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, "Eger artêşa Tirk êrîşî deverekê bike ev yek wê veguhere şerekî mezin. Me ji her kesî re gotiye. Tirkiye jî zane, Emerîka jî, Fransa jî."

Ebdî bal kişand ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê û got, "Ji niha û pê ve ji bo parastina vê rêyê, ji bo temambûna pêvajoya avabûnê û çareseriyeke demokratîk a wekheviya gelan a li nava yekparebûna Sûriyeyê em ê bixebitin."

LI SÎNOR REWŞ ÇI YE?

Ebdî der barê rewşa li sînor agahî da û got, "Tirkiyeyê hêzeke cidî li sînor bi cih kiriye. Dikarim bêjim ku me jî hêza xwe li sînor bi cih kiriye. Rageşiyek heye. Ev rewş zemînê pêşkêşî provokasyonan dike. Şaşitiyek, çirûskek dikare veguhere agirekî."

Ji bo pirsa "Hûn li benda êrîşekê ne?" Ebdî got, "Rojhilatê Firatê û Efrîn naşibin hev. Du herêmên cuda ne. Nepêkan e ku rewşa li Efrînê qewimî li vê derê dubare bibe. Em ê rê nedin vê yekê.

Di pêvajoya Efrînê de me biryarekî stratejîk wergirt. Me nexwest şer berfireh bibe. Me xwest ku şerê Efrînê li Efrînê bimîne û bi wî rengî bû. Ji bo me rojhilatê Firatê wê bi wî rengî nebe. Eger artêşa Tirk êrîşî deverekê bike wê ev yek veguhere şerekî mezin."

'EGER ÊRÎŞÎ ME BIKIN...'

Der barê mebesta ji gotina 'şerê mezin' Ebdî got, "Mesela eger Tirkiye êrîşî Girê Spî bike wê ji Dêrikê heta Minbicê eniyeke şer biafire. Ev yek biryara me ye. Me ji her kesî re gotiye. Tirkiye jî bi vê zane, Emerîka jî Fransa jî. Eger êrîşî me bikin wê sînorê ji 600 kîlometreyî veguhere qada şer; li Sûriyeyê wê şerekî duyemîn ê navxweyî rû bide.

Stratejiya Tirkiyeyê ew e ku Girê Spî û Kobanê jî werbigire û bisekine. Lê belê eger êrîşek bê kirin heta ku Tirkiye vekişe wê şer bidome."

HELWESTA DYE'YÊ

Ebdî der barê helwesta DYE'yê de got, "Bi Emerîkayê re ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê tifaqeke me ya hevpar heye. Şerê niha yê li dijî DAÎŞ'ê li Dêra Zor û Reqayê ye. Tirkiye êrîşî me bike wê hêza YPG'ê ya li nava QSD'ê xwe vekişîne. Dema ku rewşeke wiha rû bide wê şerê li dijî DAÎŞ'ê raweste. DAÎŞ wê ji nû ve xurt bibe. Eger em jê derkevin wê rejîm ji bo dagirtina herêmê bikeve wan herêman. Karê me yê hevpar ê bi Emerîka û koalîsyonê re wê zerarê bibîne, wê derbê bixwe.

DYE vê naxwaze. Di nava koalîsyonê de bi qasî 73 dewlet hene. Ti ji wan naxwaze zerar li vê hevkariyê bê. Ev yek meseleyeke navneteweyî ye. Ji ber vê yekê zexteke cidî li Tirkiyeyê tê kirin. Li Efrînê ev yek tine bû.

Rola Emerîkiyan a ji bo derneketina şer erênî ye. Xebatên dîplomasiyê didomîne, zextê dike û dixwaze şerekî bêkontrol asteng bike. Wezîrê Parastinê yê DYE'yê, Serokê Fermandariya Giştî ya DYE'yê, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê bi hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê re axivîn.

Mesele ne bawerî yan jî bêbawerî ye, ev yek pirsgirêkeke Emerîkayê ye. Me helwesta xwe diyar kirine, amadekariyên xwe jî kirine, em ê şer bikin. Rojhilatê Firatê wê neşibe Efrînê."

HERÊMA TAMPON

Ebdî bal kişand ser nîqaşên der barê herêma tampon û got, "Erdogan di sala 2018'an de got, 'me amadekariyên xwe bi dawî kirine em ê li rojhilatê Firatê dest bi operasyonê bikin'. Bûye heft sal ku ji aliyê me ve li dijî Tirkiyeyê êrîşek nehatiye kirin. Ji bo wan hebûna me pirsgirêk e. Binerin 6-7 sal in em di şer de ne. Em şerekî nû naxwazin, em şerekî mezin naxwazin. Eger biqewime wê bibe şerekî mezin. Wê agirbest nebe. Ji ber vê yekê me ji hevalbendên xwe xwest ku biçin bi wan re biaxivin. Me ev navbeynkarî ji Nûnerê DYE'yê yê Taybet ê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey xwest. Wî jî anî ziman ku bi kêfxweşî dikare bi vê rolê tevbigere. Pêvajoyê bi vî rengî dest pê kir. Destpêkê ev yek proje nebû. Me ragihand ku ji aliyê me ve wê êrîşek neyê kirin, metirsî nîne. Pêvajoyê bi vî rengî dom kir.

Di axaftina telefonê de ya navbera Erdogan û Trump projeya 'Herêma bi ewle' derkete holê. Me jî bi navê QSD'ê projeya xwe amade kir û pêşkêşî DYE'yê kir. Projeya me gelekî maqûl bû.

'BILA HÊZÊN XWECIHÎ BI RÊ VE BIBIN'

Ev yek meseleya sînor e. Tirkiye dixwaze 'herêma ewle' bi 30 kîlometreyî be. Em jî dixwazin ku 5 kîlometre be. Em qebûl dikin ku 'herêma ewle' ya ji 5 kîlometreyan pêk were. Her wiha em dikarin hêzên YPG'ê ji vê qada 5 kîlometreyî vekişînin. Em dixwazin hêzên xwecihî li herêmê hebin."

Ebdî destnîşan kir ku mebesta wî ji hêzên xwecihî ew e ku hêzên ji Kobanê, Serêkaniyê, Qamişloyê, Girê Spî ye û got, "Her wiha em dikarin çekên giran ên ku dikarin xwe bigihînin Tirkiyeyê mîna tank, topan ji herêma ji 5 kîlometreyan vekişînin. Menzîla hin çekên me bi qasî 20 kîlometre ye. Em dikarin van jî ji çarçoveya menzîla wan vekişînin. Eger ev gef be em vê yekê ji gefbûnê derdixînin. Tirkiye dibêje, 'bila yên ji derve tên birêve bibe'. Em jî dibêjin; wê demê bila gelê xwecihî bi rê ve bibe. Bi vî rengî wê pirsgirêk çareser bibe."

'DIVÊ HÊZÊN BÊALÎ LI DEWRIYÊ BIGERIN'

Ebdî destnîşan kir ku divê Tirkiye soz bide ku wê êrîş neke û got, "Em dixwazin hêzeke navneteweyî wezîfeya dewriyeyê pêk bîne. Koalîsyon an jî hêzeke din. Tirkiye aliyek e. Em dixwazin hêzeke bêalî vê yekê bike."

'DIVÊ JI EFRÎNÊ DERKEVIN'

Ebdî got, "Me niha bi şert qebûl kirine ku leşkerên Tirk di nava dewriyeyan de hebin" û der barê wî şertî de jî got, "Bê îstîsna divê Efrînî hemû li xaka xwe vegerin. Divê çete ji Efrînê derkevin. Mal û milkên Efrîniyan ên hatine desteserkirin divê radestî Efrîniyan bê kirin. Yên ku ji derve hatine anîn û li Efrînê hatine bicihkirin divê bên derxistin. Ev hemû jî divê bi ewlekariya hêzên navneteweyî bê kirin û di bin kontrola Meclîsa Efrînê de be. Dema ev pêk hat hingî leşkerên Tirk dikarin weke niyeteke baş tevlî dewriyeyan bibin."