Ebadî gelek endamên wezareta elektrîkê ji kar stend

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji bo sekinandina çalakiyên protestoyê yên qutkirina elektrîkê gelek rayedarên wezareta elektrîkê ji kar stend.

Serokwezîr Ebadî piştî ku wezîrê elektrîkê ji kar stend her çar gerînendeyê giştî ji kar stend. Di heman demê de cihê peywira gelek rayedaran guherand.

Hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de gerînendeyên giştî yên veberhênan, lihevkirin, belavkirin û îdareyê ji kar hatine stendin.

Di dawiya meha Tîrmehê de Wezîrê Elektrîkê Kasim El Fahdavî ji ber ‘xerabûna sektora elektrîkê’ ji peywirê hatibû stendin.

Ji ber qutkirina av û elektrîkê û ji ber nelirêtiyê her roj çalakiyên protestoyê hene.

NELIRÊTÎ

Komîsyona Destên Paqij diyar kir ku di saziyan de 322 milyar dolar îsraf hatiye kirin. Komîsyonê diyar kir ku têkildarî 1071 kesan biryara girtinê hatiye dayîn. Hate diyarkirin ku li dijî 21 wezîr û 107 karmendên payebilind lêpirsîn hatiye destpêkirin.