DYE'yê pêkanîneke nû danî ser Herka Bakur 2

DYE'yê ragihand ku li dijî Xeta Herka Bakur 2 a Rûsyayê, biryareke nû ya pêkanînan wergirtiye.

Xeta gaza xwezayî ya bi navê Herka Bakur 2 (North Stream 2) wê gaza Rûs di ser Derya Baltikê re bigihîne Elmanyayê. Bi rêya vê xta ji 1.230 kîlometreyî wê salê 55 milyar varîl gaz bê herikandin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi pêkanînan li ber vê yekê radibe.

Li gorî îdîaya rojnameya Handelsblattê, DYE'yê keştiya Rûs Fortûna ya ku wê lûleyên xetê bi cih bike, xistiye nava lîsteya pêkanîn. Ev îdîa ji aliyê Wezareta Aboriyê ya Elmanyayê ve hate piştrastkirin. Keştî ya şîrketa bi navê KVT-RÛS e ku di projeya xetê de xwedî cihekî girîng e.

WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ DI ENERJIYÊ DE BI RÛSYAYÊ VE GIRÊDAYÎ NE

Welatên Ewropayê piraniya pêwîstiya xwe ya ji petrolê ji Rojhilata Navîn, Rûsya, DYE û Norwêcê tedarik dikin. Gaza xwezayî jî bi giranî ji Rûsyayê peyda dikin. Bi rêya projeya Herka Bakur 2 tê xwestin ku sewqiyata gazê ya ku bi rêya Herka Bakur 1 dihate kirin bi 2 qatî zêde bikin.