DYE wê 20 hezar leşkerî bişîne Ewropayê

DYE wê bi 20 hezar leşkerî beşdarî tatbîqata "Parastina Ewropayê-2020" a NATO'yê ya li Ewropayê bibe. Navenda tatbîqatê jî wê Elmanya be.

DYE piştî 25 salan yekemcar wê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 20 hezar leşkerî bişîne parzemîna Ewropayê. Her çend vê yekê di çarçoveya tatbîqata "Parastina Ewropayê-2020" dike jî ku wê di meha Gulanê de pêk were, derbaskirina hêzeke ewqasî mezin a DYE'yê ji bo Ewropayê balê dikişîne.

Veguhastina leşkerî wê di meha Sibatê de dest pê bike û bi giştî 1100 panzer û 8600 wesayitên leşkerî wê bên veguhastin. Navenda veguhastinê û tatbîqatê wê Elmanya be. Bi vê armancê ne tenê rêyên hesinî û bejahî yên li Elmanyayê di heman demê de rêyên hewayî jî wê ji aliyê DYE'yê ve bê bikaranîn.

Sekreterê Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Peter Taûber der barê tatbîqatê agahî da û diyar kir, ji bo veguhastina leşkerî ya DYE'yê ku tê payîn hejmara xwe 20 hezar be wê balafirgehên Berlîn, Frankfûrt, Hambûrg, Munchen û Nurnbergê bên bikaranîn. Artêşa DYE'yê wê wesayit û amûrên leşkerî jî bi keştiyan bişîne Ewropayê. Ji bo vê jî wê bendergehên Antwerpen, Vlîssîngen û Bremerhavenê bên bikaranîn.

ARMANC: AMADEKARIYA JI BO ÊRIŞEKE JI NIŞKA VE

Ji 18 welatên NATO'yê wê 37 hezar leşker tevlî tatbîqatê bibin. Her wiha wê 8 hezar leşkerên DYE'yê yên li Ewropayê ne jî beşdarî tatbîqatê bibin. Beşeke girîng a tatbîqatê wê li Polonya, welatên Baltik; Lîtvanya, Letonya û Estonyayê pêk were. Li gorî senaryoyê wê êrişeke ji nişka ve li rojhilatê Ewropayê bê kirin û parastina NATO'yê ya li hemberî vê êrişê wê bê ceribandin.

Her çend bi rengekî eşkere neyê gotin jî NATO Rûsyayê weke 'metirsiyeke gengaz' dibîne.