DYE û Talîban vê carê li ser aboriyê hatin ba hev

Sefîrê DYE yê Efganistanê Zalmay Kahalîlzade bi Talîbanan re dîsa civiyan. Aliyan ragihandin ku di civînê de fersendên aboriyê nîqaşkirine.

DYE û Talîbanan meha Sibatê li bajarê Doha yê dîrokî ya Qeter peymanek îmze kiribûn. Ji derveyî hikûmeta Efgan wê ev peyman garantiya ewlekariyê bide Talîbanan û wê li pêşberî diyaloga bi hikûmeta Efganistanê re wê Emerîkan hêzên xwe vekişandiba.

Khalîlzade li ser Twîtterê daxuyaniyek da diyar kir ku di civîna li boroya siyasî ya Talîbanan a li Dahoyê hahte kirin de ev got: “Ji bo şopandina aştiya mayînde fersendên pêşxistina aboriyê hatin nîqaşkirin.”

Khalîlzade bi domdarî got: “Her du aliyan jî diyar kirin ku wê astengiyên heyî bi hevdîtinên li gel Efganan derbas bikin, ji bo pêşxistina projeyên aştiyê, di mijara ti demê ne zû ye, li hev kirine.”

Yek ji berdevkê Talîbanan jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li gel Midûrê International Development Finance Corporation Adam Behler a saziyeke girêdayî hikûmeta Emerîkaye re civiyane.  Berdevk diyar kir ku li Eganistanê ‘mezinbûn, ji nû ve avakirin û pêşxistin’ nîqaş kirine.