DYE têkildarî S-400’an daxuyaniyên bi guman didin

Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkildarî kirîna sîstema parstinê ya mûşekên S-400 a Rûsya ya ji aliyê dewleta Tirk ve ragihand ku niha guşaran li ser Tirkiyeyê nakin.

Trûmp da xuyakirin ku niha nafikirin ku guşaran li ser Tirkiyeyê pêk bînin.

Nexasim berî rojekê Pentagona ragihandibû ku Tirkiyeyê bi fermî ji bernameya F-35’an derxistine.

Piştî daxuyaniya rayedarên Pentagonê, ji Qesra Spî daxuyaniyek kurt hatibû dayîn û ev hatibû gotin: “Biryara kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a a ji Rûsyayê, kiriye ku Tirkiye ne mimkûne bikeve bernameya F-35’an.”

Kongreya DYE’yê gelek caran di mijara kirîna S-400 a Rûsya ya ji aliyê Tirkiyeyê ve wê guşaran li ser Tirkiyeyê bikin.

Tirkiye tevî hemû hişyariyên rêeveberiya NATO û Serok DYE’yê Donald Trûmp sîstema parastina hewayî ya S-400 kirî. Di mijara agahî girtina Rûsya ya wê li ser balafirên F-35 a DYE û welatên NATO’yê de , Tirkiye hişyar kiribû.