DYE'yê pêwendiya Tirkiyeyê ya bi projeya F-35 rawestand

DYE'yê ragihand, sewqiyata teçhîzatên balafirên şer ên F-35 a ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Reutersê, ku agahiyên xwe ji du çavkaniyan digire, rayedarên Emerîkî ji hempîşeyên xwe yên Tirk re ragihandine ku teslîmata teçhîzata balafirên şer ên F-35 hatiye rawestandin.

Ev biryar weke yekemîn gava berbiçav a DYE'yê tê dîtin ku li dijî Enqereyê ji ber kirîna sîstema parastina hewayê ya Rûs S-400 hatiye avêtin.

Balafirên şer ên F-35 ji aliyê şîrketa Lockheed Martin a DYE'yê ve tê çêkirin û hin parçeyên wê ji Tirkiyeyê dihatin tedarikkirin.

Çavkaniyên Emerîkî yên navê xwe eşkere nekirin, da xuyakirin ku teçhîzata perwerdeyê û amûrên bi projeya F-35 ve eleqedar in sewqiyata wan hatiye betalkirin.

Li gorî radyoya Dengê Emerîkayê, Pentagonê jî bi daxuyaniyekê ev nûçe piştrast kiriye. Daxuyaniya Pentagonê wiha ye: "Biryara Tirkiyeyê ya ji bo wergirtina S-400 ku tê de bi israr e, li ber çavan hate girtin û kar û teslîmata li ser kapasîteya operasyonel a F-35 ji bo Tirkiyeyê hatine rawestandin. Li ser vê mijara girîng diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re didome."

Pentagonê diyar kir, "Piştî ku Tirkiye ji bernameyê derket, ji bo bandoreke neyînî li projeya tedarikkirinê ya F-35 nebe, me gavên pêwîst avêt" û ragihand, ji bo parçeyên li Tirkiyeyê ji balafirên F-35 re tên çêkirin li devereke din bên çêkirin, dest bi afirandina çavkaniyeke duyemîn kirine.

Rayedarên Emerîkî dawiya meha Adarê ji ajansa Reutersê re axivîbûn û diyar kiribûn, derxistina Tirkiyeyê ji projeya jetên şer ên F-35 ji ber rola wê ya di temamkirina projeyê de wê bi pirsgirêk be, lê belê nepêkan nîne. Rayedarekî anî ziman, ji bo hin parçeyên li Tirkiyeyê tên çêkirin şîrketên cuda pêşniyarên xwe kirine û got, "Cihê Tirkiyeyê ne welê ye ku nikare bê dagirtin."

Rayedarên Emerîkî beriya niha hişyarî dabûn ku di mijara radestkirina balafirên şer ên F-35 ên bi trilyon dolarî ji bo Tirkiyeyê, dibe ku DYE pêvajoya amadekariyê bisekinîne.

DYE û mutefîkên wê yên NATO'yê yên xwedî balafirên şer ên F-35, di mijara S-400'î de bi fikar in. Bi taybetî bi fikar in ku Rûsya karibe bi sîstema parastinê ya fuze ya S-400 hîn bibe ku çawa karibe F-35'an tespît bike û bişopîne û dema bê jî li dijî van balafirên şer bi çekên Rûs sîstema parastina hewayî bê çêkirin.