DYE: Me li dronek din a Îranê daye

DYE’yê ragihand ku di hefteya borî de dibe ku balafireke din a keşfê ya bê mirov a Îranê xisibe xwarê.

Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) ragihand ku 18’ê Tîrmehê li Kendava Hurmuzê balafirkeke keşfê ya bê mirov a bi tîpa Drona xistibûn xwarê.

Fermandarê (CENTKOM) a hêzên DYE yên li Rojhilata Navîn Kenneth McKenzîe anî ziman ku ‘difikirin’ ku dibe droneke din a Îranê xistibin xwarê.

McKenzîe yê ku ji televîzyona CBS’ê re axivî, diyar kir ku ew bi bawerin ku dronek xistine xwarê, da xuyakirin ku difikirin ku ya din jî xistibin xwarê.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Pêncşema borî ragihadibû ku droneke ya Îranê bi keştiya bi navê USS Boxer xistiye xwarê.

DYE bi îdîaya ku balafireke keşfê ya bê mirov ya Îranê bi ‘awayekî xeternak’ nêzîkî keştiya Emerîka bûye, xistine xwarê.