DYE, hêzên ku têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê ne dide ber pêkanînan

Rêveberiya DYE'yê ragihand, ku wan dawî li hemû mûafiyetên têkildarî bernameya nukleerî ya sivîl a Îranê anîne.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo got, "Radigihînim ku têkildarî projeyên nukleerî yên Îranê dawî li mûafiyetên pêkanînan hemûyan hatiye anîn."

Bi rengekî şênber, eger welatên ku hîn jî bi peymana nukleerî ya Îranê ve girêdayî ne û yên tevlî vê projeyê bûne, eger xwe jê venekişînin wê bikevin ber pêkanînên DYE'yê. Ev biryar bi taybetî jî Rûsyayê eleqedar dike.

Rêveberiya DYE'yê li gel polîtîkaya tund a zextê ya li dijî Îranê, mûafiyeta hin welatan bi rêk û pêk dirêj kir.

Ev mûafiyet bi taybetî jî rektora li Tehranê û reaktora ava giran a li Arakê eleqedar dike.

Pompeo her wiha 60 roj dem da şîrketan ji bo dawî li karên xwe yên li Îranê bînin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê mûafiyeta li ser santrala nukleerî ya ji bernameya piştevaniya navneteweyî sûdê werdigire ji bo 90 rojên din nû kir. Hate ragihandin ku ev yek ji bo 'misogerkirina ewlehiya operasyonên' li santralê hatiye kirin. Mûafiyeta têkildarî santrala Fordo meha Mijdarê hatibû betalkirin.

DYE û Îran zêdeyî 40 sal in du welatên dijminê hev in.