DYE Çînê bi organîzekirina xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê sûcdar kir

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mîke Pompeo, Partiya Komunîst a Çînê bi 'sorkirin'a xwepêşandanên li welêt ên li dijî nijadperestiyê sûcdar kir.

Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo ku di nava rêveberiya DYE'yê de weke 'bazê li dijî Çînê' tê naskirin, sûcdariyên nû li dijî Çînê xiste rojevê.

Pompeo îdîa kir ku Partiya Komunîst a Çînê ji bo ji sûcdariyên DYE'yê yên ji ber şewba Covîd-19 bireve, hewl daye 'hewldanên nerazîbûnê yên li dijî nijadperestiyê' organîze bike. Pompeo îdîa kir ku bûyerên dişibin ên meha Gulanê li bajarê Mînneapolîsê qewimîn, hatiye plankirin. Pompeo ji mirina mirovan a a ji ber şewba Covîd-19 'Rêveberiya şewbê ya Partiya Komunûst a Çînê' berpirsyar nîşan da.

Mîke Pompeo îdîaya xwe spart nameyeke ku tê gotin dîplomatekî Çînî ji hilbijartiyekî eyaleta Wîsconsînê re şandiye û jê dixwaze ku li ber gotinên nijadperestiyê yên ji ber şewba Covîd-19 li dijî Çîniyan tên gotin, rabe.