DYA'yê Pûtîn vexwend Washîngtonê

DYA'yê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vexwend Washîngtonê.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton, li paytexta Gurcîstan Tîflîsê civîneke çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku wan Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vexwendine Washîngtonê.

Li gorî Bolton, Pûtîn û Serokê DYA'yê Donald Trûmp wê 11'ê Mijdarê di merasîma salvegera 100. a bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li Parîsê ji bo demeke kin li hev rûnên.

Bolton eşkere nekir bê Qesra Qremlînê daweta wan qebûl kiriye yan na.

Serokên DYA û Rûsyayê van hefteyên dawî çend caran bi hev re axivîn. Lê heta niha tenê carekê li Helsînkiyê di meha Tîrmehê de civîneke bilind pêk anîbûn û li hev rûniştibûn.

Piştî civîna bilind a li Helsînkiyê Trûmp bûbû hedefa rexneyên tund ên ji Amerîkayê. Dibe ku serdaneke gengaz a Pûtîn a li Washîngtonê rê li ber nerazîbûnan veke. Servîsên îstîxbaratê Moskowayê sûcdar dikin ku hewl daye bandorê li encamên hilbijartinê yên li DYA'yê bike.