DYA’yê li ser Îranê pêkirinên aborî yê giran da destpêkirin

Pêkirinên aborî yên DYA’yê yên li ser Îranê, ji sibehê ve, ji saet 06.01’ê dest pê kir.

Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp Gulanê biryara vekişînê ji peymana nukleerê da, beşê pêşî yê pêkirinan dest pê kir.

Beşa pêşî ya pêkirinan ku Sêşemê dest pê kirî, xebatên bazirganî, îthalata madeya xam, sektora otomaobîlê û rêwîtiya hewaya baziganî di nav xwe de vedihewîne.

Mijdarê wê beşê duyan ê pêkirinan dest pê bike. Vê carê jî wê sektora petrol û gazê û Benqeya Navendî bibe hedef.

Tê payin ku ev pêkirin derbeke giran li aboriya Îranê bixin, ku jixwe bi krîzeke giran bû. Pereyên Îranê li bara dolaran têk çûye, bêkarî pir zêde bûye û enflasyon têra xwe zêde bûye. Riyal van 6 mehên dawî li bara dolarê ji 3 paran 2 ji nirx ketiye.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî beriya ku pêkirin dest pê bikin bi çend saetan axivî û got DYA li dijî Îranê şerê psikolojik dike û cihêtiyên nav Îranê provake dike.

Trûmp jî got, ‘’Vebijêrkek li ber rejîma Îranê heye. An wê nêzîkatiya xwe ya gefxur û tevlîheviyê dike biguherîne û vegere hembêza aboriya global an jî wê tecrîda aborî li ser bidome.