DYA'yê ji ber kirîna S-400'î pêkanîn li ser Çînê ferz kir

DYA'yê ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400'î pêkanîn li ser rayedarên Wezareta Parastinê ya Çînê ferz kir. Hate ragihandin ku di mijara Tirkiyeyê de 'hîn biryar nehatiye dayin'.

Tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din ên NATO'yê li dij derdikevin jî, hikumeta AKP'ê hewl dide sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê bikire. Işareteke din xuya kir ku ev hewldana AKP'ê wê bê bersiv nemîne.

Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ragihand ku li ser biryara pêkanînê ya derbarê rayedarên Wezareta Parastinê ya Komara Gel a Çînê de ji ber kirîna sîstema S-400'î, biryarname hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate bibîrxistin, peymanên leşkerî yên ku piştî Kanûna 2017'an ên dema bicihanîna pêkanînên Amerîkayê yên li ser Rûsyayê hatine kirin, ketine ber pêkanîna. Rayedarekî wezaretê diyar kir, tevî kirîna S-400'î ji ber hewldana kirîna balafirên şer ên Sûkhoî biryar hatiye dayin ku li ser rayedarên Çînî pêkanîn were ferzkrin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, armanca DYA'yê 'qelskirina sîstema parastinê' ya welatekî nîne û hate destnîşankirin ku ji bo pêşî li 'karên bi niyeta nebaş' ên Rûsyayê were girtin û herikîna pereyan a ji bo vî welatî bê rawestandin, ev yek tê krin.

BIRYARDARIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO S-400'Î WÊ RÊ LI BER PIRSGIRÊKÊ VEKE

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYA'yê di brîfînga çapemeniyê de axivî û li ser pirseke rojnamevanan, derbarê kirîn an jî nekirîna S-400'î ya ji aliyê Tirkiyeyê ve bersiveke zelal neda.

Lê belê rayedar gotin anî ser Tirkiyeyê û got, ji bo li ser encamên kirîna balafirên Sûkhoî û S-400'î agahiyan bidin, ew gelekî xebitîne.