DYA, wê êdî saziya Filistin a NY fînanse neke

Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku wê êdî saziya alîkariya koçberên Filistînî  UNRWA ya Netewên Yekbûyî (NY) fînanse neke.

Berdevka Wezîrê Karê Derve Heather Naûert daxuyaniyeke nivîksî weşand û wiha got; “Piştî ku pirsgirêk bi baldarî hate lêkolînkirin piştre’ DYA yê biryar girt ku ti alikariyê bi UNRWA re neke.”

Berdevk wiha jî got; “Di meha Çileyê de, dema ku me alîkariyek 60 mîlyon dolar dabû wê demê jî bi vekirî me gotibû ku tu  niyeta me ya ketina barê bêpîvan ya maliyeta DYA ji bo UNRWA ku bi salane dike nîne.”

DYA di meha Çileyê de jî beşekî mezin ê alikariyan qut kirîbû. DYA ya ku weke bexşîna herî bingehîn ya UNRWA ye, di sala 2017’an de ji bo bê saziyê alîkariyekî 350 mîlyon dolar kirîbû.

Heather Naûert saziya NY hejmara Filistiniyên ku bûne penaber û bêyî ku dawiya wê bibe zêde dibe re sûcdar kir. Berdevka Wezîrê Karê Derve ya DYA ji bo vê rewşê got, “ev rewşa wiha nayê jiyîn’.

Rêveberiya Washîngtonê beriya vê biryarê hefteyekê alîkariya DYA ya ji bo Filistînê ya 200 mîlyon dolar bi awayekî yek alî betal kirîbû.